Civak

Şevnimêja Beraetê

Silav ji we re. Nivîsa min a “Şeva Beraetê” pê ve ye.

 

Bi gorana salnameya Hîcrî, roja 14 Şabanê êvarê şevnimêja beraetê ye. Di nav alemê  Îslamê de şevekî pîroz e û her sal tê pîrozkirin.

Wateya Beraetê ; xelasbûn, xwe Ji gunehan dûr xistin, pakbûyîne  û ji stûbariyê safî bûne.

Her roj û şev fersenda mirove  heye ku xwe efû bike  lêbelê  Xwedê Teala pir caran jî fersendên mezin dide me mirovan. Ev fersenda  jî şevek şeva Bereatê ye. Xwedê Teala ji me re fersendeke  mezin dide ku em xwe biborî nin, efuyê bixwazin ku Ew jî me ef bike.

Xwedî ji me dixwaze ku em bixwazin. Kî xîretê bike xwe  bispîrîne Xwedê  wê Xwedê  bide wî. Mîna kesê ku bi bêje ez birîme û şixula xwe neke çawa ku wê birî bimîne. Em jî ku ji Xwedayê xwe re dia, nimêj û teatê nekin wê çawa Xwedê bideme.

Di nav me mislimanan de nexweşiyek heye em tim dibêjin “em nimêj û dia nakin lêbelê bira Xwedî bide me !”
Tê gotin ku di beriya şerekî Hz.Musa û Firawun de(ku îrok be jî tê de îret heye); Fîrawun bikafiriya xwe heta sibê ba Xwedê kiriye û gotiye “Ya Rebbî min li ber Musa mahûp neke…” Hz.Musa jî û ye raketiye. Di roja şerê de Fîrawun serkeftî bûye. Hz.Musa dibêje “ya Rebbî em misliman in û ew muşrik e çawa ew serkeftî bû. Xwedî Teala jî jê re dibêje “Ev bi şev heta sibê raneket û yadê min kir û dia kir ya te?!”

Ku kafir jî  bişxule Xwedê didiyê, Xwedê cudahî nake nav mirovan çimkî Xwedê Rahman û rahîm e.

Pêxemberê me Hz.Muhammed(s.x.l.) di derbarê şevnimêja Bereatê de wiha dbêje:

“Meha Şabanê mehek bi fazîlet e ku meriv bi viya  nizane, di vî mehê de kirinê me ji Xwedê re tê pşkş kirin. Ez jî ji kirinê xwe bi rojiyê pşkş dikim.” (Nesaî)

Dayîka me Hz.Eyşe wiha dibêje : “ Resulê Xwedê di meha Şabanê de ewqas ku rojî girtiye qe di mehê dinan de negirtiye. Yek caran jî temamiyê vî mehê bi rojî bûye.” (Buharî)

“Şeva Bereatê de deriyê ezmanê vedibe, ferşte (melek) jî mizgînê dide mumîna û handan(teşwîk) dike.” (Nesaî,Beyhaqî)

“15ê  şeva Şabanê bi şev bi îbadetê, bi roj jî  bi rojiyê derbas bikin! Vê şevê Xwedê Teala  wiha dibêje: “ Ê bexşiyê dixwazin tune nin ku ez wan ef bikim?  Ê roziyê dixwazin tune nin ku ez roziyê wan bidimê?  Ê derd û keserê wan tune nin ku ez sihetê û noşiyê bidimê? Ev rewşa heta sibê dewam dike.” (Îbnê Mace)

“Şeva 15ê Şabanê rehmeta îlahî cîhanê tev digre, herkes ef dibe. Encax ê ku  mislimana re neheqî û hesudî dikin û ji Xwedê re îriktî dikin nayê bexşandin.” (Beyhaqî”

(Hz.Cebraîl  dihat “ Rabe, nimêjê û dia bike! şev şeva 15ê Şabanê ye” digot. Ku şev wiha bijîn Xwedî Teala ef dike, tenê muşrîk, efsûndar, temih, kîndar, meyxwer, ehlê bî”da, mişeperexwer û zen dikin ef nabin.” (Tebaranî)

Xwedayê me ji me pir hez dike û fersend daye me lêbelê pir caran jî di şev û rojên pîroz de fersendên mezin dide me.

Paşa Amedî

Back to top button