Kultur

Henarek

HENAREK kîtêba çîrokan  a nu di  zimana zazakîde ji nav weşanên Apecê da derket. Suphi Aydin HENAREKÊDA  sî çîroka zazakî ,nav gelê meyê dora Bingol u Xarpetê tên gotin,anîyê bahev.Bi wî kîtêba çîrokan a  zazakî ,nivîskar  mîna nivîskaren kurd  dijî asîmîlasyon  û xedexeyan sedsalan ser zimana kurdî gavek hêja avitî. Bi wî kîtêba xwe va  Suphi  hela edebiyeta meya  henzar salanê ku  dewkî da bo  wergerandina niviskide vazifekî heja  anî  cî.Êdi bi çapkirina HENAREK sî çirokên me ji windabunê bo herdem  xelas bun.

HENAREK  bi çirokan gelê meyê ji Xarpêt u Bingolê amade buye.Û loma jî  bi zazakî wî heremê hatîye nivîsandîn . Çer tê gotin,tê  şîrovekirin  ,wer ji hatine nivîsandin.Kîtêb pir wekirî u rehet hatîye nivîsandin.Kurdê meyê ,zazakî qise dikin û dinîvîsînîn, bi dilxweşî wê  kitêba çîrokan bixwînîn û fehm bikin.Qas çend meh heneku kitêb çap buye,ali kurde Xarpêt u Bingolê ve pir ji alaqayê mezin va te girtin u tev zarokên xwe we dixwînîn.

Em dikanin rastî bêjin.Mîna berê bîst ,yan ji  sî sal berê mala me kurdanda çirokên meyên zazakî nayen gotin.Zarokên me bi çirokên me va neyên xewketin.Ber bi televizyonên tirkan yan jî bi lîstokên înternetan da xewa diçin.Loma jî vazîfekî mezine  ku bo me ,em edebiyeta xwe a dewkî  û nivîsandin  jiyana xweda  u jiyana zariokên xweda xurtir bikin û ji xwedi derkevin  û domînant bikin.UNESCO ji wextekî  berê da xuyakirin ku zimana zazakî ,ji dinyê ji nav ew zimananda ye ,ew ku ber windabunenê.Wê tespîta UNESCO ji kurden zaza ra ,niviskar u hunermendên mera vazîfê wan dide ber çavan.

Zarava zazakî ji hêla xwendin û nivîsandinda  pir pêşneketîya.Loma ji heremên kurden zazakîde hêla qisekirin û nivisandinda kêm ji bin,  ferq hene.HENERAK  loma ji wî niqtêda  pir wekirî,net û gora qelqê me ,çer dewki  gotiye,aha ji hatiye nivîsandin.Ji nav xwendin û nivîsandinda ferq   natiye peyda  kirin.Da ku  kitêb hêla insanên me ve ji rehet bê xwendin û bê fehm kirin.Bi coş û dilxweşî  ji zimana dayik da  sî çîrokên me tên xwendin.HENAREK ji mîna pir pirtukên zazakî hela perwerdebuna zimana zazakîde pir rolek mezin dîgre.Yek kurdek HENAREK xwendiye aha dibêje;’Ez  tev zarokên xwe pir car zimana dayik  zazakîde vê çîrokên hela Bingolê bi heyecan û dilxweşî  dixwînim.Ez xwe wer hîsdikim ku,qay ez hanika   quran dixwinim.’! Zimanê dayik çend şîrin u tesîrê xwe ser însanên me hene vê qisêda tê xuyakirin.Bê zimanê dayik mezin kirina zarokanda çend xirabî û paşketin bo kurdan hatîye kirin,zanyarî hatê îspatkirin.Zimanê xerîbda perwerde bunê u mezin bunê  her hêlêda pêşketina kurdanda çetînayî  û asteng ên mezin daxîstine .

Mina qelqên dinyê çîrokên me ji jiyana kurdan ve tên motîve kirin.Çîrokên mede kultur,edebiyeta me ne.Piranî ji bo zarokên me hejaye..Jiyane da zor,çetinayî,tehdayi,zilm û zordestîyê tê ber çavan.Yanî dijî zordarîyê,fîtnetîye,qapandinê û mobbîngê , biratî.însanîtî.başî  û tekoşîn tê çekirin.Û dawîde ji qehreman,tiştekî baş,hezkirin û fikrên posîtîv ser dikevin..Çîrokên me bo zarokên kurd  dijî tariyê ronahî ,dijî qirabîyê başî,dijî zilmê û fîtnetîyê qehremanî  û çawwekiriyê  tê nişandin.

Kitêba HENAREK ji çîrokên  herêma Xarpêt û Bingolê tê amede kirin.Pir caran meselê bajar yan ji devletên derva  ji  tên gotin.Lê meselê hêla Cizira Botan(Memê Alan û Zinê Zedon),  yan ji mina Bexdad(Di erdmendê Bexdad), Derweşê Evdî Temon û Iskon Paşay Millon,Siyabend û Xecê û .hw.d.Çiroka Mem û zînê ji zimana zazakî ji tê gotin.Siyabend û Xecê  ji wiloye.Em dibinîn ku,tarîqa meselên  gutubej kirinêda kurden zaza ji çîrok û meseleyên kurd ya bi nav u deng mina Mem û Zin ,Siyabend û Xecê  meşqul bunê u zarokên xwera gotinê.Xwendewan  wan rastiyan ji kitêba HENAREK de dikanê bixwine.

Çîrokên HENAREK  da mina gişt çîrokan tebîatê ji heyvan  û nebat ji tên ziman.Meselê u jiyanê însanande rolek mezin digrin ,dibin heval,arikar û rêzan.Mina ku olê îslamîde tê gotin,cenetêda hemu heyvan û nebat têne ziman,çîrokên meda ji têne ziman.

Loma ji gerege ku  em tev zarokên xwe edebiyat u kulturê xwe xwedi derkevin.Çîrokên meyê nivîskirî  ji tev gulîlkên kurd  bixwinin.Tariqa me û nasnamê me û pêşketina me kultur û zimana meda veşartîye.

Haspi Aydin

Kes ku dixwazin HHENAREK Bixwinê û bide xwendin dikani têkîlî tev min Heyo çêke;

Email: [email protected] 

            [email protected]

Tel: 01724601114 

Niviskarê Kîtêba Çirokanê zazakî Suphi Aydin Pêşgotina HENAREK de aha armanca wan çirokan  nivisandiye;

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button