Polîtîk

Li Kobanê PYDê êrîşê xelkê kir 3 kuştî û 5 birîndar hene

Îro li rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê di nava xelkê deverê û çekdarên PYDê de şer derket.  Heta niha agahdariyên gihane destê me 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndarin.

Yên jiyana xwe ji dest dayîn kesek endamê PDKS(El Parti) ye herdukê din jî nêzikî partine. Herweha birîndar jî layengerên PDKS ne.

Eve demeke Çekdarên PYDê dixwazin li Kobanê bêxin di bin kontrola xwe de. Lê xelk vê yekî qebûl nakin. Îro jî çekdarên PYDê dixawazin li ser rêya gundê Tilxezalê cihekî yê kontrolê deynin. Lê xelk naxwazin û di nav wan û çekdarên PYDê de şer derdikeve.

Niha li herêmê rewş nexweş e. Her demî dikare şerek dijwartir derkeve.

Back to top button