Civak

SES: Gundên Kurdên Elewî raserî cudatîyê hatine

 

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Şaxa Amedê, rapora lêkolînên ku ji ber erdheja li navçeya Pazarcik û gundên Mereşê di navbera 8-13ê Adarê de kiribûn, eşkere kir. Di raporê de di derbarê bandorên erdhejê, veguheztina agahîyan û xebatên ku piştî erdhejê bi ekîbek ji 7 xwebexş, 5 xebatkarên tenduristîyê û 2 xebatkarên tenduristî yên derûnî pêk tê, agahîyên berfireh hatin dayîn. Tê gotin ku pirsgirêkên wek cudakarîya etnîkî û olî û di alîkarîyan de tevgerên rûreşî û xisarkar hatine dîtin.

DI BELAVKIRINA ALÎKARIYÊ DE CUDAHÎ KIRIN 

Di raporê de hat diyarkirin ku li Pazarcikê bajar û gundên konan hatin ziyaretkirin, perwerdehî û agahî ji mexdûrên erdhejê re hatin dayîn. Hat diyarkirin ku di belavkirina alîkariyên li herêmên erdhejê de cudakarî heye. Di raporê de ev destnîşanî hatinw kirin: “Me dît ku gundên Kurdên Elewî, yên ku me serdana wan kir, ji bo bidestxistina pêdivîyên xwe yên bingehîn rastî cudakarîyên tund hatine. Me dît ku Elewîyên Kurd yên li van gundan dereng sewqî konan hatine kirin, xwarin, malzemeyên cil û berg û alavên avakirinê nehatine wergirtin. Hemû alîkarîyên ku derketine ji alîyê HDP, Saziyên Sivîl û dildaran ve hatine şandin. Me dît ku helwest û reftarên xebatkarên AFAD û Heyva Sor a li hember erdhejzedeyan zirarek mezin dide namûs û rûmeta mexdûrên erdhejê. Hat dîtin ku di dema belavkirina xwarin, av û belavkirina xwarinên cûrbecûr de helwesta wan a li hember zarokan ne di asta layiqî rûmeta mirovî de ye. Ji alîyê din me dît ku penaberên Sûriyê jî li hin bajarên konan rastî cudakarîyê tên. Gelek malbatên ji Sûriyê yên ku me bi wan re hevdîtin kir, gotin ku ji wan re konên li derveyî bajarên konan hatine dayîn û ew wek komên nexwestî hatine cudakirin”.

 

 

 

 

Back to top button