Nivîsar

Barzanî nemir e û di dilê her kurdekî de zîndî ye

Rêbaza nemir ji bona me kurdan amade kiri bû, rê nîşandana me kurdan, qebûkirina hebûna welat û axa me ye. Rêbaz ji bona wekhevî, azadî, demokrasî û serbestiya gelê Kurd e.

Bûbê Eser

Ji roja ku Barzaniyê mezin û nemir hate dinyayê aha ji wê demê de guherandineke kete dîrok û nava kurdan.

Ew hatibû da ku wê tirsa dagirkeran ya ji ser kurdan bavêje û wan ji teslîmbûne, ji jar û bê xweditiyê xilas bike. Bi hatina Serok Barzanî û bi temenê xwe ê biçûk tevlêbûna wî ya şoreşa ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê, dîrok guherî, kurd ji nû de şiyar û zîndî kir.

Li vê cîhanê tim rol û berpirsiyariya serokan girîng e ku çawa erkên xwe lîstine. Ew erk carna bûye sedem ku welatê xwe têk birine û carna jî bûye sedem ku welatê xwe ê dagirkirî azad kirine. Aha Barzaniyê nemir jî ew pêk anî û asasê dewletê bo me danî.

Loma bi hatina serokê nemir Barzaniyê mezin û tevlêbûna wî ya şoreşa ji bona azad û serxwebûna kurdistanê weke findekê pê ket û hêdî hêdî ew şevreşa kurd têde bûn, rohnî kir.

Wê finda ku şevreşa kurdan rohnî kir, her weha kurd kir xwedî perçeyekî welatê azad û kurd êdî li vir bi azadî jiyan û dijîn. Ew azadiya heyî, rohniya xwe, qawet û hêza xwe dide perçên din jî da ku wir jî şevreşê derkevin û kurdên perçên din jî êdî bi awayekî azad û serbixwe li welatê bijîn.

Em kurd qerzdarê Barzaniyê nemir in ku wî di nava xebatên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê Kurd kir xwedê destûr û bernameyekê. Ew destûr û bernameya wî ji bona me amade kiribû, bû rêbaz û ev rêbaz tenha ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê heye. Her weha ev rêbaza pîroz ji bona xelkên bindest û kolonî jî bûye rê û rêbaza wan jî.

Ji ber ku Barzaniyê mezin zanîbû tu welat bê rêbaz nikarin xwe azad bikin. Loma ew  Rêbaza nemir ji bona me kurdan amade kiri bû, rê nîşandana me kurdan, qebûkirina hebûna welat û axa me ye. Rêbaz ji bona wekhevî, azadî, demokrasî û serbestiya gelê Kurd e.

Loma em îro li başûrê kurdistanê bi saya wê rêbaza nemir ji bona me kurdan amade kiribû, bûne xwedî dewleta xwe.

Barzaniyê mezin nemir e û ew di dilê her kurdekî de zîndî dijî. Heta ku kurd li ser wê rêbazê kar û xebatên ji bona azadiya gelê xwe bikin, wê rojekê bighêjin armanca xwe jî.

Pîroz be roja ji dayikbûna Nemir Barzanî ku bihatina xwe ya dinyê, dîroka kurdan guherî.

Her bijî tekoşîn û berxwedana Barzaniyê nemir Mele Mistafa Barzanî

Her bijî rêbaza wî ku ji bona me danîbû û pêşkêşî me kiri bû,

Her bijî pêmêrgeyên qehreman û tekoşîna hemî Barzaniyan…

Back to top button