Civak

Serxweşiya wefata Hemaîl Xanê- Dr. Musa KAVAL

SERXWEŞIYA WEFATA HEMAHIL XANÊ

Cenabê seroê Kurdistanê Mesûd BARZANÎ

Bi huzun û xemên mezin me bihist ku Hemaîl xan a dayika cenabê we wefat kir.

Di nav gelê Kurdistan de baş dihête zanin rol û ehmiyeta Hemaîl xanê li cem Mela Mustefayê nemir, serokê şoreşa Kurdistanê, di hemû qonaxên şoreşê de heta wefata wî.

Hemaîl xan hem wek kesatiyek mezin, wek xatûnek kurd xudan şexsiyetek mezin, hem wek hevsera serokê şoreşa Kurdistanê û hem wek dayika serokê herêma Kurdistanê rol û tarixek taybet heye, xudan rumet û heskirinek mezin e li cem gelê Kurdistanê .

Wefata wê em hemû xemgin kirin, bi vê munasebetê tazi û xemgîniyên xwe ji bo cenabê we diyar dikim.

Serê we saxbît, serê hemû ferdên malbatê saxbît, serê gelê Kurdistanê saxbît. Hemaîl xan cenet mekan bît û xwedayê mezin û mehreban rehmeta xwe li wê biket û digel Mela Mustefayî li cem xwştiviyên xwe bi cih biket.

Dr. Musa KAVAL
PARIS li 28. 07. 2011

Back to top button