Civak
Serxweşiya wefata Hemaîl Xanê- Cîgirê serok Obama
Bi minasebeta koçbarbûna rehemtî dayika serok Barzanî xatû Hemayîl xan îro cîgirê serokê Amerîkayê Jeo Biden di peyvendiyeke telefûnî de perse û serexweşiyên xwe pêşkêşî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî kir.
Biden di beşek ji vê peyvendiya han de ji bilî pêşkêşîkirina serexweşiyên xwe û diyarkirina hevxemiya xwe, hevdem hêviya tendirostî û temendirêjîyê jî ji serok Barzanî re xwest û hêvî kir ku, ev xem û nexweşiya dawî ya malbeta birêz serok Barzanî be.