Polîtîk

Serxwebûna Fransa li Kurdistanê pîroz kirin

Di destpêka rêwresmê de Konsolê Giştî yê Fransa li axaftina xwe de balkişand li ser pêwendiya bi hêza di navbera Herêma Kurdistan û Fransa û serdana serkeftiya Serok Barzanî û derencama erêniyan kir, her wiha cext li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji niha ve bihêztirîn qonaxa dostayetiyê dane, her wiha berev pêşveçûn û hevkarî û hemahengiya warên perwerde, xwendina bilind, bazirganî, aborî û dîplomasî bi berhem û derencama wan pêwendiyên baş da zanîn.

Paşê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi heman salvegerê axaftinek pêşkêş kir û pîrozbahiyê li roja nîştimaniya Fransa kir û spasî hewldanên Konsolê Giştî Fransa li Hewlêr li pêşxistina giyana dostayetiya li navbera her du gelê Kurdistan û Fransa kir. Li beşekî dinê axaftina xwe Serok Barzanî balkişand li ser serdana serkeftî û wê protokola ku li navbera Hewlêr û Parîs da hate wajo kirin. Her wiha spasguzariyên xwe û xelkê Kurdistanê bi gel û Hikûmeta Fransa ragihand li beranber wan piştgîriya berdewamiyên li doza Kurd kirine bi taybetî jî balkişand li ser hewldanên miroviyên xanim Daniel Mitterant kir ku li rojên sext da hevkariya xelkê lê qewmiyên Kurdistanê kiriye. Paşê sirûda nîştimanî û neteweyiya Fransa û Kurdistanê hate pêşkêş kirin. Paşê jî Serok Barzanî pêşangeha wêneyiya Navenda Rewşenbîriya Fransa vekir.

Piştî pêşangehê Serokê Herêma Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir ku eve jî naveroka axaftinê ye:

Dostê delal Dr Frêdêric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr!

Gelek gelek spasiya we dikim ji bo vê vexwendin û beşdarî kirina me ya vê roja dîrokî de. Ez vê rêwresmê wekî derfetek dibînim ku pîrozbahiyekî germ li dewlet, Serok, Hikûmet û gelê Fransa dikim. Roja 14 temmuz rojekî dîrokiye li dîroka gelê Fransa da û li dîroka gelê Iraqê jî da, lê belê piştî şoreşa 14 ê temûzê gelê Fransa berev serkeftin û pêşkeftin û bexteweriyê çû, lê belê bi mixabinî li Iraqê wiha nebû berev malwêraniyê çû.

Dixwazim spasî gelê Fransa û Dewleta Fransa bikim ku herdem li hemû qonaxek da me hest kiriye ku etifêkî taybetî hebuye beramber bi gelê Kurd û pirsa Kurd û ez nikarim tu demekî hêstirên çavên Madam Mitterant ji bîr bikim dema ku piştî enfala mezin ku li ser gelê Kurd da hat. Ez hatim Parîs sala 1989 ku ew bi xwe hatibû û komek yarmetî ji bo awareyên xelkê Kurdistana Iraqê anîbû ku çûbûn Tirkiye, û hêstir ji çavên wê dihatin û her wiha ez dixwazim balê bikşînim li ser wê sefera berî merî mehek ku wekî îro bû û ev dem bû ez gihiştim Parîs. Ez dixwazim carekî din jî spasî Serok Sarkozy û dostê me yê delal Kouchner bikim ji bo wê pêşwaziyê û wê girîngî dane ku bi sefera me dan, ew yadaştnameya ku me li gel birêz Kouchner wajo kir em wê bi qonaxekî nû dizanîn li pêwendiya di navbera gelê Kurd û Fransa de, xweşbextane me îro civînek li gel Encûmena Wezîran hebû ez jî beşdarbûm û ji bo aliyatê cîh bi cîh kirin û hengavbirina wê yadaştnameyê ya qonaxa cîh bi cîh kirinê û aliyê pêwîst jî biryar li ser hate dayîn û hêvîdaeim ku bi hêviya xwedê li van rojên nêzîk de her du alî ji bo cîh bi cîh kirina wê guftugoyê êdî destbikar bikin.

Her wiha ez dixwazim pêzanîna xwe bi cenabê we rabigihînim bo wê dewra pîroza ku cenabê we dîtiye li berev pêşbirina pêwendiyên me û Fransa.

Careke din pîrozbahiyê li we dikim û ji bo vê vexwendinê jî spas dikim.

Back to top button