Polîtîk

Li Kurdistanê bingehek ji bo firokevanan vedibe

Li hevdîtinê de ku birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bû, Nerîmanê Firokevan,  ji bo pêşxistina wê dahênanê çend pêşniyar û pêdiviyan xiste li ber Serok Barzanî û her wiha bingehek ji bo wan xortên ku li ruyê zanistiyê ve dikarin dahênanê bikin vekin.

Serok Barzanî destxweşî li Nerîmanê Firokevan kir û tekîd li wê yekê kir ku bi hemû kiryarek ve piştevaniyê li wan xortên dahêner dike bo ku zêdetir karên xwe pêş bixin da ku sûd bi gelê xwe bigihînin‌ û bi xweşiyê ve pêşniyara damezrandina bingehekî zanistî ji bo xortên berhemdar pejirand û ragihand ku eger derfetek ji bo xortên Kurd birexsê‌ dikarin li gelek waran de dahênanê bikin.

Back to top button