Welatiyên Herêma Kurdistanê piştgiriya peyama Serok Barzanî derbarê pirsa referandumê û serxwebûnê
dikin û di wê baweriyê de ne û di wê baweriyê de ne ku nave ev pirs bibe qurbanî nakokî û hevrikiyên navxweyî.
Derbarê pirsa referandumê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê Kawar Berwarî ku xelkê devera Amêdiyê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek hemû xelkê Kurdistanê piştgiriya peyama Serok Barzanî dikin bo referandumê û serxwebûnê, ku daxwazeke rewa ya gelê Kurdistanê. Dema em bibin dewlet jî, em nabin metirsî li ser cîranên xwe û emê bibin cîranekî baş.”
Herwiha Naze Koyî jî derbarê vê pirsê de ji KDP.info re dibêje: “Ji me re niha ti armancek ji serxwebûnê û bilindtir û pîroztir tune ye û em rê nadin ev pirsa çarenivîsaz bibe qurbanî nakokî û hevrikiyên navxweyî, lewma em daxwaz ji hemû hêzên siyasî yêm Kurdistanê dikin ku bilez kar bikin bo nemana girêkan li pêşiya pirsa referandumê û serxwebûnê, ji ber ku dema wê yekê hatiye ku em eşkere ji hemû cîhanê re bêjin, em dixwazin maleke serbixwe dirust bikin.”
Welatî Şemal Husên ku xelkê bajarê Ranya ye, ji KDP.info re dibêje: “Ez matmayî dimînim dema dibînim hin kes û alî ne ligel serxwebûnê ne û dibêjin niha ne dema serxwebûnê ye, ku heta niha bi hezaran kurd ji bo serxwebûnê bûne qurbanî, lê mixabin niha hin alî berovajî wê yekê ne. Eger niha gelê kurd daxwaza serxwebûnê neke pêwîst e kengî daxwaz bike? Niha hemû hewlên Serok Barzanî bo serxwebûnê ne û em piştgiriya peyama wî dikin û hêvîdar im xelkê Kurdistanê li peyama wî xwedî derkevin.”