Cîhan

Bersiva hukumeta Kurdistanê

Encumena wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyaniyekê belav dikeEncumena Wezîrên Herêma Kurdistanê bersiva axaftina Muhsin Rezayî  Sekreterê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê dide.Birêz muhsin Rezayî Sekreterê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamiya Îranê li hevdîtinekê digel Kanala Yek ya welatê xwe behsa vê yekê kiriye ku welatê Seudiya yarmetiya partiyên opozisiyona Îranê daye û li bajarê Hewlêrê du partiyên kurdên rojhilat çalak kiriye û bingeh li nêzîk sinûrên Îranê vekirine û eger berdewam bin û Hikûmeta Herêmê hizrekê ji bo vê pirsê neket, bi van zûyane dest bi operasiyoneka serbazî dijî wan dikîn û berpisatiya wê ji dixe ser mile Serok Barzanî.Li bersiva Berpirsê Komara Îslamiya Îranê radigihînin ku:Yekem: ser û binên zanyarî û şirovekirina Birêz Muhsin Rezayî derbarê bûyerên sinûrî şaş û bê bingeh in.Duyem: komîteyeka hevbeşa emnî navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê heye. Her pirsgirîkek hebe, di vê kûmîteyê de dihê behskirin û çareserkirin. Eger belgeyek hebe li ser rastiya axaftina Rezayî, ba Komîteya Hevbeşa Emnî dîvre çûnê jê re bike.Sêyem: asayiş û seqmgîriya Komara Îslamiya Îranê ji bo Herêma Kurdistanê giringe, bi asayişa Îranê, asayişa deverî dihê parastin. Di gel vê yekê jî, her aliyek dibe bi xwe bikare sedemên pirsgirêkan vebîne û kar ji bo çareserkirina wan bike.Çarem: daxwaza bihêzkirina têkilî û karê hevbeş û dostînî ya navbera Komara Îslamiya Îranê û Herêma Kurdistanê dikîn.Encumena Wezîrêm Herêma Kurdistanê18/7/2016 

Back to top button