CîhanPolîtîk

WIKILEAKS – Amerîkayê ew Kurd nedixwest!

Li gor nameyekê Wezareta Derve ya Amerîkayê ku di malpera Wikileaks de hatiye weşandin, rêveberiya Amerîkayê ji hilbijartina Celal Talabanî ya ji bo serokomariya Iraqê dilxweş nebûye û ev yek weke serkeftinekê Îranê binav kiriye. Nameya elektronîk li ser zarê senator Komariyan Lindsey Graham hatiye nivîsandin lê navê senator John McCain jî tê de derbas dibe. Di nameyê de tenê ev hinde hatiye nivîsandin: “Nûçeyek nexweş ji bereyek din hat.” Name roja 11ê Mijdara 2010ê ji aliyê Jack Sullivan ve ji bo wezîra derve ya demê ya Amerîkayê Hillary Cilinton hatiye rêkirin. Roja paşî, wate 12ê Mijdarê jî heman name ji aliyê James Jaffrey ji Bexdayê ji bo hejmarek berpirsên din ên Amerîkî hatiye şandin. Heman rojê nameyek din ji navnîşana CIVUSF-I CiMDGiRPiCGAdvis, ji balyozê Amerîkayê yê Iraqê yê demê James Jaffrey û Fermandarê Giştî yê Artêşa Amerîkayê Lliyod Austin re tê şandin. Di vê nameyê de helwesta Koşka Spî ya derbarê hilbijartina Celal Talabanî de hûgûliyên zêdetir hene. Ev name tenê rojek piştî hilbijartina Nûrî Malîkî ji bo serokwezîriyê û Celal Talabanî ji bo serokomariyê hatiye şandin. Nivîskarê nameyê di beşa yekem de wiha nivîsiye: “Senator Graham nêzîkê 10 xulak beriya biha pêwendî li gel min de kir û daxwaz kir ku vê peyamê bo te û ji bo Kurdan jî bişînim. Ez ti tiştekê bo Kurdan nabêjim. Lê tu çi bo min bêjî ezê wê bikim.” Weke ku di nameyê de diyar dibe, Graham di dema peyamê de pir aciz bûye û gotiye: “Dixwazim guhê te li min be heta peyama min xilas dibe.” Nivîskarê peyamê jî nêrînên Graham di 7 xalan de dariştiye ku di xalekê de, hilbijartina Talabanî bo serokomariya Iraqê weke qazanca Îranê tê dîtin. Di xala yekemîn a peyamê de tê gotin; “Encama vê yekê karesat e û serkeftina Îraniyan e. Ji ber ku Talabanî…. Îraniyan e. Ew berovajiyê daxwazên Amerîkayê bû serokomar.” Tê gotin ku sala 2010ê beriya hilbijartinan Serokê Amerîkayê Barack Obama telefon ji Talabanî re kiriye û jê daxwaz kiriye ku careke din xwe weke namzetê serokomariyê destnîşan neke. Wê demê Amerîkiyan hizir li ser Îyad Elawî kirine ku bikin serokomar. Li gor raporekê Mijdara 2010ê ya rojnameya Washington Timesê Obama heman rojê telefon ji Mesûd Barzanî re jî kiriye û daxwaz jê kiriye ku Kurd ji serokomariya Elawî razî bin. Nnûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Amerîkayê yê wê demê Qubat Talabanî jî di hevpeyvînekê de ji Washington Postê re gotiye; “Berpirsên Amerîkî hatine gel me daxwaz kirin ku em dest ji vê kursiyê berdin, erkê serokomariyê radestê Iraqiyekî, an ku Îyad Elawî bikin. Vê daxwazê em pir bê hêvî kirin.” Ev name li gel piştrastkirina van nûçeyan, aliyekê din ê nîgeraniya Amerîkayê nîşan dide ku pêwendiya wê jî bi Îranê ve heye. Amerîkayê ji Kurdan xwestibû ku kesekî din ê Kurd ji bo hilbijartinên pêş ên serokomariya Iraqê destnîşan bikin. Di xala duwem de senator Lindsey Graham vê encamê weke “şemaqek li ser rûyê rûmeta Amerîkayê” binav dike û radigehîne: “Me ji bo Barzanî eşkere kiribû ku Talabanî nabe.” Di vê beşa nameya Grahamê de jî derdikeve ku Amerîka li ser daxwaza Barzanî razî bûye ku heger Kurd ji Elawî bawer nakin, dikarin box we yekî/ê din destnîşan bikin bo namzetiyê. Senator Graham dibêje, ew bixwe li wê derê bûye dema nameya Obma gehiştiye destê Barzanî û bi acizî wiha dibêje: “Ev yek nayê qebûlkirin. Em nikarin bisekinin ku ev hinde sivikatî bi serokê me bêkirin.” Du roj beriya pêkanîna hikûmeta Iraqê wate roja 9ê Mijdara 2010ê Serokê Herêma Kurdistanê li Pîrmamamê li gel senatorên Amerîkî John McCain, Senator Joe Lieberman û Lindsey Graham civiya. Roja beriya wê jî civîna bilind a serkirdeyên Iraqê li Hewlêrê hate sazkirin. Herwekî ku senator McCain tekez dike Barzanî di wê pêvajoyê de rolekî giring ji bo nêzîkkirina liayên Iraqî digre serxwe. Di xala sêyemîn a peyamê de Graham gefek hişk xwariye û gotiye: “Em hemû alîkariyên xwe yên ji bo Kurdan radigrin û dixwazin hemû hêzên xwe yên leşkerî jî ji herêmê vekêşin. Heger pêwîst be ji Iraqê jî dikêşin.” Di xala çarem de diyar dibe ku nivîskarê nameyê hewl dide Graham aram bike û jê re dibêje: “Hemû Iraqî di hikûmeta nû de beşdar in û Îyad Elawî jî Serokê Parlamenê ye.” Lê Graham zêdetir aciz dibe û dibêje ew ji helwesta xwe gav paş ve navêje û nikare ew tişta ku Barzanî û Talabanî li hember Obama kirine, qebûl bike. Senatorê Amerîkî di xalên din de diyar dike ku ew dê vê mijarê bibin konferansa komariyan û konferansê jî razî bikin ku heman helwestê bigrin û wiha dibêje: “Êdî yek quruşê jî nadin Kurdistanê û divê Barzanî jî ji vê yekê bê agahdarkirin.” Senatorên Amerîkî John Mccain û Lindsey Graham di meha Sibata 2016ê de jî li Kongreya Amerîkayê hewldanek dabûne destpêkirin ku her gava pêwîst alîkariyê bigehînin Kurdistanê. Senatorê Amerîkî di wê peyama xwe de daxwaz dike ku ev peyama wê bigehe dest3e general, balyozên Amerîkî û Kurdan jî. Weke di nameyê de jî diyare ku nivîskarê nameyê hewldaye helwesta Graham biguhere lê nekariye serkeftî be. Graham dibêje: “Weke ku min li firokexaneyê jî bo te got; heger zilamê Îranê Talabanî hate hilbijartin, dê helwesta me wiha be. Niha jî tenê peyama me bigehîne.” Rudaw  

Back to top button