Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman dibêje protokola di navbera Hewlêr û Waşinton de karekî mezin dike ser siyaset û pêgeha Herêma kurdistanê û ew protokol tiştekî pir girîng e û pêngavên pir girîng ên din li pey xwe tîne. Herwiha dibêje, Serok Barzanî roleke pir mezin di serkeftina wê protokolê de dîtiye.Roja Sêşemê 12/7/2016 li Pîrmam Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Bergiriyê yê Amerîka Êlîza Slotkîn kir û protokoleke leşkerî di navbera Hewlêr û Waşinton de hat îmzekirin û tê de tekez li ser dostayetiya hevbeş û alîkariya Hêzên Pêşmerge hat kirin.Derbarê wê protokolê de Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li AmerîkaBeyan Samî Ebdulrehman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev protokol ji encama wê pêwendiya bihêz û gerim di nabera Hêzên Pêşmerge û hikûmet û gelê Kurdistanê ji aliyekî û di navbera hêzên Amerîka û hikûmet û gelê Amerîkî de serhildaye.”Beyan Samî Ebdulrehman wiha got: “Serok Barzanî roleke pir mezin di serkeftina vê protokolê de dîtiye û di konferansa Miyunix li Almanya li ser heman mijarê ligel berpirsên Amerîka civiya û gotûbêj kirin. Amerîka baweriyeke mezin bi Serok Barzanî û serkirdatiya wî heye, lewma biryar dane ku bibin hevpeyman ligel Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê.”Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdulrehman dibêje protokola di navbera Hewlêr û Waşinton de karekî mezin dike ser siyaset û pêgeha Herêma kurdistanê û ew protokol tiştekî pir girîng e û pêngavên pir girîng ên din li pey xwe tîne.Beyan Samî Ebdulrehman wiha domand: “Alîkariyên Amerîka madî û lojestîk in, lewma bandoreke erênî baş li Hêzên Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge dikin. Di warê siyasî de jî ji hemû cîhanê re eşkere bûye ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û Amerka hevbeş in û pêwîstiya herdû aliyan bihev heye, lewma ev protokol bandoreke mezin li ser siyaset û pêgeha Herêma Kurdistanê dike.”