Polîtîk

Bila partiyên siyasî bicivin çi biryarê bigrin piştevaniyê dikim

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya şandekî Partiya Şu’î(Komunistên) Kurdistanê kir ku ji Dr. Kawa Mehmud Cîgirê Sekreter û Ebu Karwan Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Şu’î ya Kurdistanê pêkhatibûn.Li hevdîtinê de qonaxên dîroka dewleta Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda û her wiha referandum û piyadekirina mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê kirin.Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser proseya siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê û di derbarê sedemên serhildana qeyrana siyasî û çareserkirina kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Back to top button