YNK,Goran:PDK biserê xwe nikare ji Iraqê cuda bibe
Endamekî rêveberiya hevbeş a YNK û Gorranê dibêje, PDK nikare ji Iraqê cuda bibe û bila guh bide daxwaziyên partî û hêzên din ên Kurdistanê. Tê gotin ku serokê Partiya Deiwe ya Iraqê û serokwezîrê berê yê wî welatî Nûr Malikî, serdana bajarê Silêmaniyê bike û bi rayedarên Gorran û YNKê re hevdîtin bike. Derheqê naveroka serdana Malikî de, endamê rêveberiya hevbeş a YNK û Gorranê, Mihemed Rifat ji BasNewsê re got, serdana Malikî bo Silêmaniyê, girêdayî rewşa Iraqê, hevgirtina YNK û Gorranê her wiha tevlîbûna partiya Ayinde di nav YNKê de ye, çimkî li Devera Kesk hêzek mezin tê avakirin. Mihemed Rifat, ku parlamenterê berê yê YNKê jî bû, her wiha got, ev hêza mezin dê pêşiya wan kesên ku dixwazin demokrasiya Kurdistanê paşve bibin, bigire. Wî rayedarê YNKê anî ziman ku Malikî ji bona wê tê Kurdistanê çimkî Kurdistan beşek ji Iraqê ye û hêzên kurdî jî dixwazin di çarçoveya Iraqa federal û demokratîk de kar bikin û got, divê PDK jî vê yekê qebûl bike. PDK nikare ji Iraqê cihê bibe, ma dê bi tenê çi bike? Wî endamê rêveberiya hevbeş a YNK û Gorranê şîret li PDKê kir ku tevlî proseya siyasî ya Iraqê bibe çimkî Iraq niha lawaz e eger kurd nekarin niha mafên xwe bistînin paşê dê zehmet bibe. Partiya Ayinde ya Kurdistanê biryar daye tevlî YNKê bibe. Gorran û YNKê jî 17ê Gulana îsal rêkeftinek îmez kirin ku li gorî wê rêkeftinê, dê di tevahiya waran de şirîk û hevbeş bin.