Serxwebûn
Mehmet Emin DemirWateya serxwebûnê ew e ku mîlletek, dewletek an axake azad ji aliyê hemwelatiyên xwe ve were bi rêvebirin ango mirov dikare bêje ku desthilatdariya neteweyekî li ser axa xwe.Mirov dikare şîroveya serxwebûnê wanî bike: Serxwebûn ew tişte ku di her warê jiyanê de derdikeve pêşiya mirov. Di warê mirovan de, di rêvebirina eşîran de, di warê neteweyan de, di warê dewletan de heta di cîhana heywanan de jî serbixweyî he ye. Di nav daristanê de hin cihên taybet hene ê hinek heywananin ku ne heywanên din û ne jî mirov nikarin têkevîn ew qada taybet. Ew heywananan li ser wê axê desthilatdarin û nahêlin ku serbixweyiya wan were binpêkirin. Wexta ku desthilatdariya wan tê binpêkirin ew heywanên hemcins bi hev re dibin yek û tifaq û bersiveke tund didin êrîşkar an dagirkerên axa xwe.Wek kesayet mirovên ku dikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin û muhtace kesekî nebin û karibin jiyana xwe bi serê xwe bimeşînin û di mala xwe de desthilatdar bin ew kesanan mirovên serbixwe ne. Eşîr heta karibin axa xwe li hemper dijmin û êrîşkaran biparêzin xwediyê axa xwe û li ser axa xwe desthilatdarin. Peywîra parastina axa eşîrê berpirsiyariya her kesekî ji wê eşîrê ye. Her ferdeki eşîrê mecbûr e li hemper eşîrên dijmin û êrîşkar bisekine şerê wan bike û bi eşîra xwe re li hemper wan tekoşînê bike.Di perspektîfa neteweyan de serbixweyî ew e ku ew netew li ser axa xwe desthilatdar be û xwediyê axa xwe be. Anjî neteweyek karibe bi awayekî azad li ser axa xwe xwe bi rê ve bibe. Di dinyayê de nêzîkî 200 dewletan hene û mirov dikare bêje ku ev dewlet hemû netew-dewlet in. Ew dewletenan wek netew-dewlet tên bi rêvebirin. Her netew xwediyê axa xwe ye.Başûrê Kurdistanê îro ber bi pêvajoyeke dîrokî ve diçe. Eger ev pêvajoya serxwebûnê bi ser keve dê jiyana kurdên çar parçeyan a dahatû/paşerojê bê misogerkirin/garantîkirin. Lewra kurd wê bibin xwedî dewlet ango bibin xwedî bav û wê ev bav ji bo zarokên xwe paşerojeke baş amade bike. Kesên bêdewlet sêwî ne û wek kesên bê bav in ku her wext di nav metirsiyekê de ne.Parastina axa Kurdistanê û piştgiriya serxwebûnê peywîreke netewî û dînî ye. Li Kurdistanê her ol, mezhep û kêmnetew dijîn. Her kesê ku li Kurdistanê dijî xwediyê Kurdistanê ye. Wek Qazî Mihemed gotiye: ‘’Kurdistan mala her kurdî ye’’ Kurdistan ne ya kes, partî û ola ye, ya her kurdî ye. Parastina wê jî erka her kurdî ye. Pêwîst e her kurd bi rihekî netewî li Başûrê Kurdistanê xwe xwedî derkeve ku ev pêvajoya bi serkeve. Lewra têkçûna Başûr û pêvajoya serxwebûnê têkçûna hemû kurda ne. Dîjmîn gelek in û dost kêm in.Guhê xwe bidin şîretên Ehmedê Xanî ê tifaqê û dû re jî ji dîrokê îbretê bistînin. Hema li qirkirênên ku li ser kurdan hatine kirin binêrin û bifikirin. Ger hûn naxwazin Zîlan, Dêrsîm, Mahabad, Helepçe, Roboskî û Kobanî dubare bibin bêjin bijî Kurdistan û li pêvajoya dîrokî xwedî derkevin. Lewra serbixweyî paşeroja gelê kurd e. Navkurd