Civîna meclisa bilind a referandumê pêkhat
Civîna Meclisa bilind a Referandumê di serokatiya serokê Kurdistanê Mesud Barzani de civiya. Di derbarê civînê de malpera serokatiya Kurdistanê de agahdariyek hatiye ragihandin.Roja yekşem 30.07.2017 li Pîrmam civîna Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endamê wê Encûmenê birêveçû.Di destpêka civînê de Serokê Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiya li Herêma Kurdistanê beşdar bû û naveroka teknîkiyên komîsyonê ji bo amadekariya referandûmê li roja diyarkiriya xwe da xisterû û amadehiya tevahiya komîsyonê ji bo temamkirina pêdiviyan û encamdana referandûmê li roja 25 Eylûla 2017 ragihand.


