Polîtîk
şertê Hevpeymaniya Kurdistanî cîbicîkirina madeya 140-ê ye
Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de li dor avakirina hikûmeta nû a Îraqê got ku şertê lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê bo pêkanîna hikûmeta nû cîbicîkirina madeya 140ê ye.
Hisên got ku şertê Hevpeymaniya Kurdistanî bo pêkanîna hevpeymaniyan bi alî û qewareyên din yên Îraqê re, ji bo pêkanîna hikûmeta nû, ewe ku ew alî û qewareyên siyasî girêdayî destûrê bin û bi cîbicîkirin madeya 140ê cidî bin.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê got: ”Her alî û partiyeke îraqî bixaze ji bo pêkanîna hikûmeta nû hevpeymaniyê bi kurdan re bike, divê berî her tiştî bizanin ku hevpeymankiya Kurdistanî nuha û di paşerojê de di gel hikûmeya Îraqê li ser cîbicîkirina mdaeya 140ê biîsrar e.