Polîtîk

Merasima bîranîna Helepçê

Merasima bîranîna Helepçê

 

Sêşem 16 Adarê, saet 17.00
Li Adolf Fredriks Kyrkan – Stockholm
Hollandärgatan 16 (li cem ABF Sveavägen 41)
 
Amadekar: Federasyona Komeleyên Kurdistanê

Li Iraqê edalet tecellî bû, lê edaleta navneteweyî !?

 

Li ser tevujiya Helpeçê 22 sal derbas dibin. Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyin û rejima wî ya Beas di 16ê Adara 1988ê de bi çekên kimyayî bajarê Helepçe bombebaran kiribû û zêdetir 5 hezar însanê sivîl yên kurd di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyewî hatin jehrdekirin.

Elî Hesen Mecîd kurxaltiyê Sadam Husên di dema rejîma jinavçûyî ya Beasê de berpirsê navçeya bakur û tawanbarê sereke yê kîmyabarankirina Helebçeya Şehîd û karesata Enfalê bû. Elî Hesen Mecîd 5 meh piştî hilweşiyana rejima Saddam di Tebaxa 2003ê de hat girtin

Dadigeha Bilind a Tawanan a Iraqê Eli Hesen Mecîd bi îdamê ceza kir û di 25.01.2010ê de jî ew hikûm hate bicihanîn. Herweha Dadgeha Bilind a Iraqê qaresata Helepçeyê wek tevkujî qebûl kir.

 

Bi cezakirina Alî Kimyawî û bi biryara Dadgeha Iraqê, edalet li Iraqê di derbarê Tevkujiya Helepçeyê de hat tecellîlkirin. Lê divê di warî tevkujiya Helepçeyê de hewildanên me yên çalakiyan berdewam bibin heta ku Yekîtiya Neteweyan tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovayiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.

 

9.03.2010

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

 

www.fkks.se

 

Back to top button