Serşoya Pîra Edulê

 
Rojekê pîrika Edûlê, li ber dîwarê hewşê rûnîştibû, min hêdî xwe da tenişta wê û min got:
–    Roşbaş! Pîrê, tu çawayî? Te çi ji vê dinê fam kir? Ji min re bêje lê!

Pîrê got:
– Ez çi bêjim lawo! Ka me çi fam kir; weke ku li ser hespekê bim û dibinê siya darekê re derbas bûim.

Min got:
–    Hew te jî tiştek fêm nekiriye?
Pîrê got:
– Erê, wele av tenê hebu, wekî neha cil û berg tinebû, feqîrî bû, de hema derbasbû, va yê tu dibînî pîr im, kût im û bawî me.

Min got:
–    Erê wele pîrê, di dinyayê da behsa tişna ji min re bike.

Pîrê got:
– Wek çi?

Min got:
– We serê xwe çawa dişûşt? Tu dibê av tenê hebu, te dî  wexta sibehan, lê wexta ku av lazimba, lê ez çawa ji te re bêjim, ma ne ez fedî dikim, lê Pîrê ku te yê raba xwe helal bikra ha.

Pîrika min bi herdu destên xwe dev û rûkê xwe girt û got:
– Tu çi dibêjî, lê ma ev jî pirs e tu dipirsî?

Ê de Pîrê, ma ne te got av tenê hebu? Min jî miraq kir:
– De ka bêj e lê, ne eyb e!

Pîrê keserek da xwe û got:
–    Law, em sibehan zû diçûn ber çem û me li wûrê av li xwe dadikir û em dihatin. Eger berf ba, baran ba, serma ba, em ji pêwîsî diçûn. Rojekê bûka muxtar serê sibehê diçe kû here ber çem, çima şivanek lê rast nayê! Şivan diçe dibêje ”ez li bûka Muxtar rast hatime, diçû ber çem.” Muxtar jî bihîst û li bûka xwe xistin, law sê rojan jinik li erdê mabû. Ji ber wê yekê, em jî êdî tirsîyan. Yekê ji tirsan av ji êvar de anîbû kirbû axurê ku lazimî çêbe û çima jê re lazim nebû! Radibe xwe tazî dike û cilkê xwe heman davêje ser pişta kerê û xwe dişo. Gava radibe ku cilan li xwe ke, dinêre ker tune û çûye. Jinik sê seatan tazî dimîne, dicemide heta ku hinek lê rast tên, ji wî halî xilas dibe. Me gelek tişt û qehr kişandîye law.

Min got:
– Pîrê tu zanî ku ê niha serê xwe li ku dişon?

Pîrê got:
– Erê, êrê ez zanim. Serşok ketine nava xaniyan û kanîk jî hene.

Min got:
– Na, na ketiye oda ku lê radizên!

Pîrê got:
–    Haa… Ketiye wur jî!

Min got:
–    Erê, wele.

Pîrika Edûlê got:
–    Lê lê law, dîsa jî lêv û pozê wan rast nabe!

KESA GOTÎ:  Pîra Edûlê

TEMEN:        81

HEREM         Hezro

BERHEVKAR: Zînê Amedî

Nerîna min :