Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) ji bo sala nû daxûyaniyek belav kir. KKP di daxûyaniya xwe de dibêje:
” Em hêvî dikin ku dê sala 2022an ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bibe sala aşitî, azadî û bextewarî yê.
Em dixwazin sala 2022an de;
Gelê me destkeftiyên xwe yên netewî biparêze û pêşve bibe.
Di serî da komkuji ya Roboskî û hemû bê hiqûqî, zulim bê ceza ne mînin.
Vîna hilbijartî ya gelê mera rêzdariy were nîşandin.
Dayikên ku bi salan digerin edalet bigihijin armanca xwe.
Tacîz û tundiya ku liser jinan dibe dawî be.
Çîna karkeran di têkoşîna mafên xwe yên aborî û civakî da destkeftiyên nû bi dest bixin.
Di konteynerên çopê da dayik û xarokên me xwarinê kom nekin.
Li ser girtiyan zilim û zordarî bi dawî be…
Em bang li herkesî ra dikin ku ji bo van armancan têkoşîn bikin.
Bi van hestan û armancan têkoşîna we di sala nû da pîroz dikim.”