CivakRojev

Hêvîdar im sala nû ji bo gelê me bibe destpêka qonaxeke nû

Serok Barzanî bi minasebeta hatina sala 2022ê peyamekî pîrozbahiyê belavkir.

Payama Serok Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta serê sala nû ya zayînî ve pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim. Hêvîdar im sala nû ji bo gelê me destpêka qonaxeke nû bê ji bo baştirbûna guzeraniya xelkê û pêkanîna aramî û pêşketinên zêdetir.

Bi pêwîst dizanim spasiyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmerge û dezgehên emnî û hemû xelkê Kurdistanê bikim ku herdem bi qurbanîdan û xweragiriya xwe, li beranber gef û teror û abluqeyan da rawestan û parêzgeriyê li Kurdistanê kirine.

Erkê ser milê hemû dam û dezgeh û aliyên siyasiyane di asta qurbanîdana gelê me de bin û pêkve û bi hîmeta hemû aliyek parêzgeriyê li destkeftan û mafên xelkê Kurdistanê bikin.

Hilbijartina Cotmeha derbasbûyî ya Encûmena Nûnerên Iraqê, hilbijartineke baş bû û encamên wê jî derxerê xwest û îradeya welatiyan bû. Piştî pejirandina encaman ji aliyê dadgeha federalî ve pêwîst e hengav û nerîtên destûrî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û dezgehên din bi leztir bêne bi cîh kirin û geşbûn û xizmetguzarî û maf û xwesta welatiyan û hemû pêkhatên Iraqê bibê ewlewiyeta bernameyên hikûmeta nû.

Ew jî li çarçoveya bicîkirina her sê prensîpên hevbeşî, li hevkirin û hevsengiya di hukimraniyê de. Heman demê de jî nabe êdî hewla îhmalkirina pêkhatên Iraqê di hukimraniyê de bê dayîn.

Bi helkefta serê sala 2022 ya zayînî ve, em careke din tekez li ser peyama aştiyane û çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û pêwîst e hemû aliyek bi başî li wê yekê têbigihe ku Iraq û navçeya me êdî xwe li ber kêşe û tundutîjî û teror û tundrewî û nearamiyê nagre.

Erkê civaka navdewletî ye jî ji bo parastina aştî û dadperwerî û asayîşê hokareke yarmetîder be, ji bo ku êdî ji vê zêdetir gelên navçeyê û xelkê bêtawan tûşî êş û wêrankariyê nebin.

Di sala nû de bi hêviya wê yekê aştî û pêkvejiyan li ser navçeya me bikêşê û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistanê dixwazim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im gelê me ji hemû cûre pejik û nexweşî û êş û karesatan bi dûr bigre.

Mesûd Barzanî

31.12.2021

Back to top button