Serpêhatiya Mele Xelîl Pencenarî

Ev pirtûk ji çend awayan ve balkêşiya xwe bi belge û material derdixe hole. Ji 1914an bigir, dema Mele Hacîyê bavê Mele Xelîl heşt malên Ermen tevî jin û zarûkan di mala xwe de veşartine û ew ji kuştinê rizgar kirine, di wê navê re kuştina 300 malbatên Ermen ku bi çavên xwe dîtine, herweha Serhildana 1925an, piştre Serhildana Çiyayê Sasonê (Mala Eliyê Ûnis), çûna wî ya leşkeriyê, reva wî ji bajarê Trebzonê û bicihbûna wî li Binxetê tîne ber çavan.

Sal 1994 dema ku min mamo Mele Xelîl dida xeberdanê û dengê wî digirt, zêdetirê deh caran giriyaye û rondikên çavên xwe malandine. Herwekî ew nû di nava wê tirs û wehşetê de bû, kelekela giryana ji ber xezebê bi awayekî nihênî difûrand.

Mele Xelîl bi temenê xwe yê ji sed salî zêdetir, weke ciwanekî xwîngerm dihate xuyakirin û dema diket behsa rûdanan, herwekî di navê de bû kelecana wî pêlîdan dida. Her carê qasekî destên xwe bilind dikir û hêvî bi Xwedê ve dikir ku ew li Miletê Kurd were rehmê… (Dengê wî di arşîva min de tê parastin).

Ew banga bi tirkî ku leşkeriyê dihate xwendin, lê Mele Xelîl ew çewa rakiriye û dîsa ya erebî daye xwendin zêdetir bala mirov dikişîne.

Ji 1938 hetanî roja ku Mele Xelîl çûye ber dilovaniya Xwedê (1897-1999) li Binxetê, çi bisilman û çi jî ne bisilman, her kesî rêz û rûmet ji wê dîroka zindî re nîşan dida. 

Min vê berhema ji dengê Mele Xelîl di 2003an de veguhaztibû nivîsê. Lê ji ber hin sedemên taybet, niha ji aliyê ”Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî” ve li Stockholmê wek pirtûk hatiye weşandin.

Bi umîda ku ev berhem sûd bide hin rûdanên ku di tariyê de mane û li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be.

Stockholm 22/06/2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Nerîna min :