Li ser ”Koferansa Çareseri û Yekitıya Kurdên Bakûr”
Zêdeyî 30 saliye ko xwedê gravî di bejîn “Em tekoşîna Neteweya Kurdîstanê dîdîn” Zarokên kurda birin qada şerî. Lê tivinge pêşî li ser merivên Kurd û di sînga wîde teqandin. Bi dagirkeran re li Kurdistanê bimba teqandin, meriv kûştin, meriv revandin neteweyitî him red kirin û himî weke paşverûtî fêrî Kurda kirin. Malbati weke saziyên paşverû elan kirin. Bi berjevazi û dewlemendên Kurdistanê re dijminatî kirin ew tirsandin.
Rê nedan ko bi pêşkevin. Gotin “dîrok jime dest pêdikê” Dîroka Kurdan a kûr û birahên dirêj tine hesab kirin. gotin “Em çanda şoreşê di efirênin” ji derî çanda netewa Kurd ketin nava lêgerînên cûrbecûr, çandên ecêp di efirandin. Dewlet û miletên ko bi teknolojiyê û bi erk û aborî li pêşketi bûn xistin qategoriya dijminan, bi dagirkeran re hevkarî çêkirin, gotin “em kurda temsîl dikin”. Bi van helweswtên xwe Lozana dûyemîn carake din zindî kirin.
Cumhuriyete Mistefa Kemal ji nûh de bi Kûrda pîroz dana pejirandin. Ji xwe her demê digotin “ Kurd dewletê na xwazin,Otonomiyê û federsasyonê na xwazin ger li ser tepsiya zêrîn jî dewletê bidine me, em na vergirin.Em cûdatiyê red dikin”. “Em doza Tirkiye ke mezin, ko di xwede demokrasiyê, biratiyê û aşîtî û wekheviyê bi hawînê dikin.” Bi van helwest û bûyarên xwe ji tekoşeriya doza mafê netewatiya Kurd bi dûr ketin.
Piştî dawiya şerê sîh salan ko bi hazaran merivên Kurd hatin kûştin bi hazaran gund vala bûn, hatin rûxandin û şewitandin û ji yek mîlyon zêdetir meriv ji cîh û warên xwe peneber bûn, bi hazaran malbat bûne xwedî şêhîd û kambex û xopan bûn ev qas ta’de li gelê kurd kirin. Em ne ji Filistîn yan ji sûri yan jî ji melezya qal dikin .
Em ji rêxistina, PKK’ê bahs dikin. Di dawiyê de piştî ev qas kiryar û bûyar çêbûn. Weke ko qat tiştek ne qawimî bê, gotineke kurda heye “ne ker ket,ne jî dîz (cêr) şikest,” ti hesab nedan.
Ev rêxistin bi talîmata Abdullah Ocalanî û Dewleta dagirker ketin ser rêy biyanî û xurbetê mina arteşeke muzafer,(!) terka welat kirin û çûne rêka çûn û nehatê. Êdî Ocalan ahda ko dabû dewleta dagirker pêk anîbû, çekdar peneber kirin. Lê di qada konevanîde hêj tiştên bikira hebûn. hevalên xwe yên di qada konavanîde ko bi cih kiribûn derxiste mazadê. Da ko vê carê mêjiyê netewayî bi temamî ji serê kurd derbixê. Vê carê dest bi operasyonên sivîl dike. Li ser talîmata Ocalan bi navê “koferansa çareserî û yekîtiya kurdên bakûr” bête damezrandin bangek hat kirin. Ev qonferans 15-16.06.2013 de li Amedê hat li darxistin.
Ew kesên Ji doh ve li berdengî berjevendî û maqaman bûn, lê nikaribûn cih bibînin himen weke perîstankên ko xwe tavêjin nava agirî, xwe wilo avêtin nav qonferansa Apo û Apo weke rêberê kûrd pejirandin, daxwaza ji bona azadiya Ocalan kirin. Lê ji bona Kurd û kûrdistanê tiştek ne gotin.
Di daxuyaniya vê qonferansêde ji bona çavên raya giştî bigirin di derbara Kurda de 2 xal hat nivîsîn.
1- “çarenûsa neteweyîtî” Ji xwe ew xal hemî dewlet û heta qolonyalîst bixwe dipejirênin lê kes pêk nayînê.
2- “Statû ji kurdara bête dayin” ev jî xaleka bê wetaya lewra ev statû çi dixwede di hawînê çiye çi nîne ne diyare.Xwe bi van hawa ji nav doza mafê kurdistanê bi dûr xistin, avêtin ser milê Kurdên maxdûrkirî û baqij vekişiyan.
Ev koferans a Apoyîyan bû ne a netewe kurda bû û dê ti çareseriyê nayînê. Em bi vanhestan xwe yên neteweyî ji hemî gelan bang dikin kov ê qonferansê wilo bizanibin. 22.06.2013
Bizava Partiya Kurdistanê