Civak

Li wîlayeta Mûsilê kurd lîsteya duyemîn e

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên civata wîlayeta Mûsilê, lîsteya Mutehîdîn ya bi serokatiya Usame Nûcîfê serokê parlamentoya Îraqî yekemîn û lîsteya hevpeymaniya biratî û pêkvejiyabê (lîsteya kurdan) duyemîn e.

Li gor agahiyên hatiîne eşkere kirin, lîsteya Mutehîdîn 40% û lîsteya hevpeymaniya biratî û pêkvejiyanê 35% deng bidest xistine û bi vî awayî dê kursiyên lîsteya Mutehîdîn nêzîkî 16 kursiyan û kursî lîsteya hevpeymaniya biratî û pêkvejiyanê 12-13 kursî bin.

 

Bi vî awayî dê waliyê Mûsilê ser bi lîsteya Usame Nûcîfî be û serokê civata wîlayeta Mûslî ser bi lîsteya hevpeymaniya biratî û pêkvejiyanê, lîsteya kurdan, be.

Back to top button