Kultur

Serpêhatî: Sînemxan a Botî

SÎNEMXANA BOTÎ

Çewa ku min seh kiriye, herweha ji devera Botanê, ji gundê Êrsê Mihemed Yaqûb jî çewa ku gotiye û min ji devê wî jî seh kiriye, ev çîroka Sînemxana Botî weha bûye:

Dibêjin, li dora çiyayê Herekolê, ji devera Erohê, li nava Garisan, jinek bi navê Sînemxan hebûye.

Ev serdema ku Sînemxana Botî tê de jiyaye, serdemeke pir kevn e.

Wê demê du eşîr hebûne, navê yekê Bota bûye û navê ya din Hecîbeyra bûye.

Li dora Şirnex, Uludere û hin herêmên din, dibêjine wan Hacîbeyra.

Rexê din, mesele Eroh û Berwarî û wan herêmên din, dibêjine wan Bota, yan jî eşîrên Botî.

El mihum mala mêrê Sînemxa ji eşîra Hacîbeyra bûye, malbabê wê jî ji eşîra Botan bûye.

Ev çîrok bêhtir li dora Eroh, Garisa û Şirnexê rûdaye.

Carekê ev eşîra Hacîbeyra haziriya xwe kiriye ku biçit bavêje ser eşîra Botanê û talanê wan bînit.

Dema Sînemxan pê hesihaye ku eşîra mala mêrê wê dixwaze here bavêje ser eşîra mala babê wê û talanê wan bînit, xwestiye ku xeber bide malbabê xwe û wan pê bihesîne da ew hay ji xwe bimînitin, lê nezaniye ka wê çi bikit.

Şevekê di derengiya şevê da Sînemxan ji berê zilamê xwe derketiye û çûye xwe gehandiye nêzingê hidûdê malbabê xwe û hawar kiriye. Şivanên malbavanê Sînemxanê bi dengê hawara wê hisihane û bersiva gaziya wê dane. Sînemxanê gotiye wan:
”Xeberê bidin ehlê xwe, wê sibehî hinek werin talanê we bibin, ha ji xwe hebin.” û ziviriye.

Sînemxan wê şevê dîsa ziviriye û çûye gundê mala zilamê xwe, hêj li şevê nebûye sibeh û çûye ketiye ber zelamê xwe, razaye.

Sînemxan dema ji ber zilamê xwe derketiye û hewqas rê çûye, xeber daye çivanên malbabanê xwe û ziviriye dîsa hatiye gundê mala mêrê xwe û ketiye ber mêrê xwe, razaye jî, mêrê wê pê nehisiyaye.

Roja din sibehê zû ev eşîra Hacîbeyrayê rabûye çûye ser mintiqa Eroh û Garisan ku talanê eşîra malbabê Sînemxanê bîne. Lê belê eşîra Botanê haziriya xwe kiriye, rê û dirb tev radane, çeper û tabî vegirtine û şervanên zîrek tê de hêwirandine.

Gava eşîra Hacîbeyrayê gehaye minteqê, peyayên eşîra Botanê li wan reşandibe û gelek ji wan kuştine. El mihin eşîra Hacîbeyrayê şkestineke mezin xwariye û bi paş ve ziviriye.

Di wê navê re heftiyek bihuriye, Sînemxan rabûye qesda mala babê xwe kiriye û çûye. Gava hatiye malbabê xwe, gotiye wan:
”Ez êdî naçim mala mêrê xwe. Lewra min xiyanet li mala zilamê xwe kiriye û min xebera ku dê werin talanê we bibin daye. Ji ber vê yekê, ez êdî nazivirim û naçim nêv eşîra Hacîbeyra.

Ara (wijdan) Sînemxanê qebûl nekiriye ku eşîra mala mêrê wê biçit û talanê eşîra malbabanê wê bînit. Piştî ku xeber jî daye malbabanê xwe, kêmasiyekê di xwe de dîtiye û herwekî xiyanet li mala zilamê xwe kiribe û gotiye ku ew êdî nikarit nanê wan bixwit, li mala babê xwe rûniştiye û neçûye mala zilamê xwe.

Ji vê Sînemxanê re dibêjin Sînemxana Botî. Ev Sînemxan di nava Botiyan de bûye wek qehremanekî û navûdeng daye, bi wê yeka xwe jî pir meşhûr bûye. 

Lê heta niha jî kes nizanit ku ev Sînemxan, ya kijan gundî bûye, tenê dizanin ku ya van eşîran bûye.

Ev Sînemxan, bûye Sînemxaneke efsanewî. Li minteqê pir kes navê zarûkên xwe yên keç jî, li vê Sînemxanê datînin.

Min bi xwe jî navê keçeka xwe daniye Sînemxan.

Kurdistan 20/ 01/2011
Sîpan Elî

Back to top button