"Iraq bi şer lawaz dibe û wek Sudanê lê tê"

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê Nêçîrvan Barzanî, piştî kongreya 13-mîn a PDKê di yekemîn hevpeyvîna rojnamevanî de, bersiva çend pirsiyarên Rûdawê dide û biryara kişandina hemû dozên PDKê li ser rojname û kovarên Kurdistanê ragehand û herwiha got ger hevdengiyek li ser wê yekê hebe ku yasaya organîzekirina xwepêşandanan xerab e, dibe yasaya han bê gotûbêjkirin, bi taybetî ku peyrewa navxwe ya parlamentoyê rê li ber sererastkirina yasayan vedike.

Herwiha Barzanî behsa pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê û referendûma Başûrê Sûdanê jî dike û wiha diaxife: ‘’İraq bi nehiştina pirsgirêkên xwe dikare pêş bikeve, bi şer û çewisandinê lawaz dibe û wek Sudanê lê tê.’’

Barzanî dide zanîn ku di kongra 13-mîn a PDKê de lîsteya wî bo serkirdayetiyê nebûye, li gor wî ya girîng ew e hemû alîgirên PDKê ne û dibêje: ‘’PDK partiyeke berfireh û serekî ye û kes jê ne zêde ye.’’ Navbirî da xwiyakirin ku dixwazin beşek ji cîhana demokratîk û pêşkeftî bin, û evna jî bi rêya danîna yasayên nû û başkirina wan pêk tê.

Derbarê madeya 140ê de ku bi rewşa Kerkûk û navçeyên din ên ji Kurdistanê hatine veqetandin ve girêdayî ye, Nêçîrvan Barzanî wiha diaxife: ‘’Cîbicînekirina maddeya 140ê di dema xwe de, binpêkirina destûrê bû. Lewra divê hevpeymanên me yên Iraqî sozên xwe yên derbarê maddeya 140ê de cîbicîh bikin û Amerîka jî pêdagiriya xwe bike kiryar –pratîk.’’

Derheqê referandûma Sûdanê de jî Barzanî diyar dike ku wek  hemû azadîxwazekî Kurdistan û cîhanê, kêfxweş e pirsgirêkeke niştîmanî, neteweyeke ji welatekî Ereb, Misilman û Rojhilatî bi awayekî sivîl çareser dibe û wiha pêde diçe: ‘’Ez pir kêfxweş im ku gelek dengan di nav ronakbîrên Ereb de dibînim îtîraf dikin ku divê daxwaza lêborînê ji gelê Başûrê Sûdanê bikin. Herwiha dema behsa wê yekê dikin ku gelek bêmafî li gelê Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hatiye kirin, ev hişyarbûneke pir girîng a elîta Erebî ye.’’

Rûdaw: Kongreya pir çaverêkirî ya PDKê bidawî hat, encamên wê çawa dinirxînî?

Nêçîrvan Barzanî: Bi baweriya min, di aliyê organîzekirin, gotûbêj û encaman de, kongreke pir baş bû. Eşkerebûneke zêde di kongrê de hebû, bi ser de jî rexneyên zêde li hinek ra û nerînên birêz serokê PDKê bi xwe jî dihatin girtin, rexne li serkirdayetiya berê dihat girtin, rapor hat redkirin û atmosfêreke demokratîk a gotûbêjan hebû. Vê kongrê da xuyakirin ku hem tecrûbeya şoreşgêrî di PDKê de berdewam e bi hebûna têkoşerên wê yên kevin, û hem jî ji ber ku derfeta derketin û pêşketina ciwanan di PDKê de pir berfireh e, dikare bi awayekî berdewam xwe nû bike. Ez jî di nav de, piraniya hevalên PDKê yên ku di kongreyên berê û kongreya 13an de beşdar bûn, şahidiya wê yekê didin ku kongreke pir baş bû. Bê guman, wek her karekî mirov dike, kêmasiyên kongreya han jî hebûn lê xalên baş û serkeftî yên kongrê ligel kêmasiyên wê nayên danberhevkirin.

Tê gotin gelek kesên ku we dixwest tevî serkirdayetiya PDKê bibin, negihiştin serkirdayetiyê, yanî encam ne bi dilê we bûn?

Kok û bingeha vê yekê nîne. Ji ber lîsteya min nebû û xala yekemîn, hevbeş û girîng li gor min ew e yên ku hatin hilbijartin hemû endamên PDKê ne. Ji xwe ger kesek nehatibe hilbijartin û min jî wek her endamekî din ê kongrê xwestibe filankes bê hilbijartin, ev nîşana hebûna demokrasiyê di kongrê de ye. Proseya demokrasiyê weha ye, tu heta deqîqeya dawî li benda encamên hilbijartinê bimîne, lê ne ku berî jimartina dengan û ragehandina encaman, netîceyan bizane. Kesên ku hatin hilbijartin divê planên wan ên baş û berdewam bo nûkirina kar hebin, û em çaverêya kar û planên zêde ji kesên ku nehatin hilbijartin jî dikin. Îro li Iraq û Kurdistanê, PDKê partiyeke berfireh û serekî ye û pêwîstiya wê bi karê hemû kadroyên wê heye. Kes ji PDKê zêdetir nîne û çavê PDKê li zêdetir e. PDKê li himber gel, heval û neteweya xwe wefadar e. Şehîdan karwanê dirêj ê xebata PDKê bi xwîna xwe gihandin vê qonaxê. Endam, pêşmerge, kadro û serkirdeyên têkoşer xweşî û ciwaniya xwe kirin qurbanî bona vê partiyê, bi nanê hişk li şikeft û gundên Kurdistanê, bi bawerî û morala `Yan Kurdistan yan neman` PDKê û neteweya xwe li himber yek ji rêjîmên herî hovane di dîrokê de bi serbilindî hiştin, partiya xwe ji şikestin û ketin bihêz û gur û germ li ser piyan hiştin. Niha kesên ku dilê wan jî êşabe di nav de, em wan vedixwînin ku hembêza PDKê ji wan re vekirî ye, bila em hemû bihev re kêmasiyan çareser bikin. Divê berpirsên PDKê, endamên rêxistinên nehênî, pêşmergeyên çiyê, hêzên bergiriya millî û gundnişînên ku wargeh û xwedîkerên pêşmergeyan bûn jibîr nekin û deriyên xwe ji wan re vekin. Dema serok Barzanî berî kongre bê lidarxistin, bi razîbûna polîtburoya PDKê biryar da ez bibim cîgirê serokê PDKê, pir ne bi dilê min bû vî karê han bikim, ji ber rêzgirtina mamosteyê me yê têkoşer Elî Ebdulla. Em di PDKê de weha hatine perwerdekirin ku li himber xebatkerên xwe wefadar bin, û her xeletî û xemsariyek jî hatibe kirin ne bi mebest hatiye kirin. Divê ev kevneşopî di PDKê de dayîm bimîne.

Berî kongreya 13an, berpirsên PDKê behsa wê yekê dikirin ku wê PDKê di vê kongrê de ligel medya û partiyan, vebe. Gelo evê bê kirin?

Bê guman ev siyaseta me ye, berê jî min pêdagirî li ser vê yekê dikir. Niha ev siyaset hat çespandin, hêvîdar im kesên beramberên me jî heman siyasetê bimeşînin. Di kongrê de jî serok Barzanî ragehand ku komîteyek tê pêkanîn bo şopandina meseleya ka ji ber çi hinek hizb û Tevgera Goran nehatine vexwendin bo kongreyê. Di encamê de jî hat xuyakirin ku kêmasiyeke teknîkî hebû. Min wê demê jî got ew ne dijayetîkirina tu hizbekê bû û min daxwaza lêborînê ji Tevgera Goran û aliyên ku nehatibûn vexwendin, kir. Herwiha bi telefonê ligel serkirdayetiya Tevgera Goran axivîm û min daxwaza lêborînê ji wan kir. Dema dibêjim hinek kêmasiyên kongrê hebûn, yek ji wan ev bû. Min bi xwe heta derketina moleta Tevgera Goran, rewş dişopand ku tu pirsgirêk dernekevin. Em dixwazin hemû alî di çarçoveya prensîbên netewî û niştimanî de bo gelê xwe kar bikin, û bila di çarçoveya yasayan de jî pêşbirkê bikin bo karkirina baştir, rêkûpêktir û zêdetir, lê ne dijayetîkirina hevdu. PDKê bi tu hawî ne dijî azadiya ra û nerînê ye, me herdem gotiye ku divê di navbera desthilat û rojnamevanan de ne kîndarî û neyartî, lê diyalog hebe. Divê deriyê veguhastina zaniyariyan bê vekirin û rojnamevan jî ji aliyê xwe ve bi berpirsiyaretî û bi awayekî profesyonel karê pîroz ê rojnamevaniyê bikin û tenê yasa têkiliyên navbera herdû aliyan de organîze bike. Yasaya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê jî ku di serdemê kabîneya 5an de hat danîn, piştî hinek guherînan ji aliyê parlamento, ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê hat redkirin. Ev yasa bo dabînkirina azadiya karê rojnamevaniyê li Kurdistanê bû, ku bi şahidiya gelek rojnamevanên Kurd û biyanî yasayeke baş û pêşkeftî bû. Hemû çîn û tiwêjeyên gelê me hêjayî yasayên pêşkeftî ne. Em dixwazin beşek ji cîhana pêşkeftî û demokratîk bin, û ev yek bi danîna yasayên nû û başkirina wan pêk tê.

PDKê hinek doz li ser rojname, kovar û nivîskaran vekirin ku piraniya wan jî li derveyî yasaya rojnamegeriyê ne. Di çarçoveya heza vebûnê ya ku hun behs dikin de, çarenûsa van dozan çi dibe, hunê wan bikişînin an berdewam bikin?

Wek pêşandana nêtpakiya PDKê, radigihînim ku me wek PDKê biryar daye hemû doz û gilînameyên xwe li ser rojname û nivîskaran bikişînin, û hêvîdar im ev gav wek nêtpakî bê dîtin û reftareke zêdetir xwedî berpirsiyarî di karê rojnamevaniyê de li Kurdistanê bê dîtin û ti rojnamevan û rojnameyek bi kîndarî kar neke ji ber ev ji azadiya derbirînê û karê rojnamegeriyê dûr e. Dema serokê hikûmetê bûm û niha jî dibêjim divê bi awayekî saxlem kar ligel rewşa rojnamevaniyê li Kurdistanê bê kirin, hevdîtin di navbera desthilat û rojnamevanan de hebe û bi vî rengî em dikarin ji hevfamnekirin û rojnamevaniyeke nav xerabker ku ne armanca ti rojnamevanekî profesyonel e, rizgar bibin. Min berê jî gelek hevpeyvîn ligel gelek rojname, kovar û kanalên li derveyî PDKê kirine, di dahatû de jî li gor derfetê hewl didim dîsa weha bikim, û heta derfet hebe ligel wan rûnim. Kêfa me ji hemû lawên gelê me re tê, rojnamevan jî ku beşekî çalak ê civaka me ne û haya me ji kêmasiyên me çêdikin li cem me hezkirî ne, ji ber ne ew bin em şaşîtiyên xwe nabînin û guh nadin wan. Dîroka PDKê dewlemend e bi rojnamevaniya azad di destpêka salên 1960 û 70an de ku moleta karkirina siyasî ya azad a PDKê hebû û dema desthilatdar bûye jî. Rojnameya Xebat di salên 1960an de û El-Teaxî di salên 1970an de ne ku bi tenê cihê azadiya derbirînê bo Kurdan, lê bona tevahiya azadîxwazên Iraqê jî bûn. PDKê xwediyê şehîdên rojnamevan e wek Dara Tofîq. Kadro û rojnamevanên PDKê di serdema herdû şoreşên Îlon û Gulanê de ronyo û êzgeha radyo ji cihekî dibirin cihekî da ku peyveke azadiyê bigihînin ber guh û çavên xelkê Kurdistanê, niha jî PDKê biryar daye azadiyê biparêze. Me berê jî hawara xwe biriye ber yasayê, da ku yasa serwer be ji ber rojnamevan jî dizanin ku hawarbirina ber yasayê, ne şikandina yasayê lê serwerkirina wê ye. Guhastina agahiyan, rexnegirtin û çêkirina gotûbêjan karê rojnamevan û nivîskarane û em ne dijî ne, lê em xwe wek dabînkerên van azadiyan dibînin bi xebata me ya dirêj bona bidestveanîna azadiya ku ji aliyê dagîrkerên welatê me hatibû zeftkirin. Ev erkê me bû wek azadîxwaz, loma em mineta xwe ser kesî nakin. Bi baweriya min, rexnegirtin li kar û cîbicîkirina serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê karekî baş û normal e jî û mafê xelkê ye ji ber serok Barzanî serokê vê xelkê ye û hikûmet jî hikûmeta wê ye. Lê xerabkirina navan, biçûkxistin û hûnandina tometan ne karê rojnamevanane, û da ev azadî jî neyê têkdan yasaya karê rojnamevaniyê hat derxistin ku maf û erkên profesyonel ên rojnamevan diyar dike. Wek partiyekê yasa rê dide me xwe biparêzin, yasa jî rê dide me bersiva her neheqiyekê bidin. Bi dîtina min, nabe rojnamevan bike erkê xwe ku vî welatî li ber çavê xelkê reş bike. Bi rastî pir caran di rojname û kovaran de tiştên weha dibînim ku heyfa min tê ku rojnamevanî li Kurdistanê bi vî awayî be.

Ev tiştek biryar li ser hatiye dayin û hunê hemû dozan vekêşin?

Belê, me ew parêzer jî agahdar kirine ku PDKê wekalet dabû ku ji bo tomarkirina şîkayetan, van şîkayetan rabigirin û bikişînin. Bi rastî, armanca PDKê ne ew bû rojname û rojnamevanan bixe bin barê giraniya darayî yan jî zererê bigihîne wan. Belkî armanca PDKê ew bû ku ew rojnamevan pêdeçûnê bi karê xwe de bikin, tomet ji wan re bên hûnandin û li beramber nav têkdanê nekin. Niha jî ji hemû demê zêdetir PDKê girêdayî yasa û parastina azadiyan a li Kurdistanê ye.

Madem hêjî di çarçoveya yasa û mamelekirina li gel yasayê, me dît ku nerazîbûn ji aliyê mûxalîfet û hinek rêxistinên din ve li himberî yasaya xwepêşandanan (meş) û îmzekirina ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve hat holê, hun vê yekê çawa dibînin?

Serokê Herêma Kurdistanê di wê dîtinê de ye ku hemû fraksyonên li parlamentoya Kurdistanê tevî giftûgoyên derbarê wê proje-yasayê de bûne. Naveroka vê yasayê jî, ne ku li ser bingehê zeftkirina mafê meşan, lê li ser bingehê erkê hikûmetê li beramberî hevwelatiyan hatiye dariştin. Ji ber wê yekê jî ew yasa îmza kir. Desthilatên serokê Herêma Kurdistanê û bingehê rêvebirina li Kurdistanê ji sala 1992an ve li ser bingehê demokrasî û dabînkirina azadiyan hatiye damezirandin. Yekem kesê di dema raperînê de bang ji bo vê yekê kir serok Barzanî bû. Niha jî ji hemû deman zêdetir bi wê bingehê ve girêdayî ye. Lê ez di wê baweriyê de me ku Herêma Kurdistanê xemsar bû û nekarî wê yasayê ji bo hevwelatiyan ron bike. Bi awayekî ku hevwelatiyan nekin pergala kar û milmilaneya siyasî û di wî corê ku tê de serokê Herêma Kurdistanê bike nîşan. Opozîsyon li Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku divê ji hemû karên Hikûmeta Kurdistanê û yasayên parlamentoyê re bêje, na û nexêr. Eger ev yek li welatekî xwedî dewleteke aram hêsan be, li Kurdistaneke ku hêjî sînorên wê nehatine diyarkirin, hêjî êrîş li ser hene, bi nêrîna min ne raste.  Li welatan dema opozîsyon karê hikûmetê tînin rojevê, ew rewş ne wekî Herêma Kurdistanê ye ku yasayên pir pêwîst danin û biguherînin. Li Kurdistanê kêmasî zêde ne ku opozîsyon bikare bi hêsanî hikûmetê jê agahdar bike, bi awayekî ku pêwîstî bi wê yekê nebe ku dijî hemû yasa û karekî hikûmetê be. Efganistan wêran bû, lê her wekî dewlet maye. Li Kurdistanê pêwîst e em aramiya navxweyî, aştiya civakî û dirustbûna baweriya ligel xelkê liberçav bigrin. Erkê hikûmetê ew e ku hemwelatî, partî û dezgehan biparêze. Ev bi danîna yasayê tê kirin, yek ji wan jî yasaya rêkxistina xwepêşandanan e û ji bo bi azadî çalakiyên xwe yên sivîl misoger bikin. Me bûyerên gelek nexweş ji giyan li destdana hevwelatiyan û endamên partiyan bi sedema hinek meşên li Kurdistanê, hebûn. Ji ber wê yekê ew yasa gelek pêwîst e. Eger hemû alî di wê baweriyê de bin ku ev yasayeke xerab e û rexneyên ciddî li ser hene; divê em li ser baxivin. Peyrewa navxweyî ya parlamentoya Kurdistanê rê bi sererastkirina van yasayan daye piştî demeke diyarkirî.

Berî salekê we di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de behsa wê yekê kiribû wê ji bo Silêmaniyê bernameyeke taybet hebe û hunê PDKê bi hêz bikin. We di kongreyê de jî ragihand ku em hewl didin PDKê li Kurdistanê bibe xwediyê reha ya herî mezin. Lê wek piraniya rojnameyên ku ofîsa wan li Silêmaniyê nivîsandin kongreya PDKê neheqî li Silêmaniyê kir ku bi qebareya Silêmaniyê kesek ji Silêmaniyê negiha serokatiya PDKê. Nêrîna we çiye?

Ez jî nîvî ji Silêmaniyê û nîv-Hewlêrî me. Bê guman, bernameya me ji bo vejandineke berfireh li Silêmaniyê heye. Silêmanî di dema damezirandina PDKê û di dema xebata giran a PDKê de xwedî cih û roleke pir girîng bû. PDKê li Silêmaniyê hat danîn. Ji ber ku endamên PDKê yên Silêmaniyê gelek dilgerm in û dikarin bi bernameyeke baş û zû li Silêmaniyê bidin jiyan kirin. Silêmanî xwedî hinek taybetmendiyan e, pêwîstiya me bi bernameyekê heye ku ligel vî bajarî û vê parêzgehê bigûnce. Em bi arîkariya endam û kesayetiyên Silêmaniyê ligel berpirs û rêveberên PDKê dikarin wê vejandinê bikin. Her çiqasî mixabin gelek hewldan hatin kirin ku PDKê li wî bajarî li pêş çavê xelkê bê reşkirin, lê ez wisan dizanim ku wê ev yek derbas bibe û niha bingeh amadetir e. Niha gelê Silêmaniyê tecrûbeyên PDKê û awayê desthilatdariya PDKê baştir dibînin. Herwiha nêzîkbûnên baştir navbera navend, saziyên PDKê, bingehên cemawerî û xelkê de tê dîtin. Derbarê piraniya reha jî, wekî min dîtî hinek lihevxistinên şaş jê re hatine kirin. Ew gotina min wekî arîkarê serokê PDKê ji bo endam û rêxistinên PDKê bû, ji bo zêdetirkirina alîgirên PDKê li cihên Kurdistanê ji Zaxo heya Xaneqîn û derveyî Kurdistanê jî. Ger na her wekî di wê kongreyê û siyaseta PDKê de jî tekez li ser hatiye kirin. Ez li vê derê jî dûbare dikim ku em girêdayî hevpeymaniya stratejîk a ligel Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)ê ya li gor wê hevpeymana navbera me de hatiye morkirin in.

Ji nîveka salên şêstî ve Kerkûk û navçeyên veqetayî yên Başûrê Kurdistanê, li başûr krokiya pirsgirêka Kurdane. Niha li ‘İraqa Nû” lîstika kuştina demê ligel vê pirsgirêkê ji aliyê Bexda ve wekî berê, tê kirin û her çiqasî Kurd li Bexda di van çend salan de xwedî desthilat bûn jî. Piştî kongreyê hunê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan çi bikin?

Di kongreyê de gelek guftûgo li ser pirsgirêka Kerkûk û navçeyên veqetayî yên Kurdistanê yên din hatin kirin. Diviya bû hîn zêdetir giftûgo li ser bihata kirin û berê kar li ser kaxezê bihata kirin. Lê ligel vê yekê jî biryara me ew e ku divê kar ji bo bicihkirina madeya 140ê bê kirin. Ev bingehek e û me hemûyan li İraqê li serê lihevkiriye. Herwiha Amerîka jî pêdagiriya xwe di dema derbaskirina yasaya hilbijartinan de û bi daxuyaniyeke fermî li ser pêwîstiya bicihkirinê nîşan daye. Ji bo bicihkirinê hinek pêngav hatine avêtin, lê ew pêngav kêm in û bi kêmasî ne. Li gor destûrê diviya bû heya sala 2007an ew made bihata cihbicihkirin û çarenûsa van navçeyan bihata yekalîkirin. Di 19 xalên Îtîlafa Fraksyonên Kurdistanî de, 2 sal jê re hatine diyarkirin. Ango pêwîst e heya sala 2012an bê bicihkirin. Birêz Nûrî Malikî jî ew xal pejirandine. Niha gelek giring e partiyên Kurdistanê, gelê Kurd, çapemeniya Kurd, serokatiya Herêma Kurdistanê, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê, parlamenterên Kurd ên li Bexda, arîkarê serokkomarê İraqê, hemû wezîr û berpirsên Kurd ên li Bexda û serokkomar xwediyê hemahengiyeke hevbeş bin. Pêwîst e ji bo anîna cih a wê madeya destûrê, karên me yên hevbeş ligel hikûmeta Bexda hebin. Dema ew made di dema xwe de nehat bicihkirin, ew binpêkirina destûrê bû. Em di dema xwe de razî bûn ku li gor destûrê çareserî ji bo wan pirsgirêkan bê kirin. Niha jî dema em dibînin ku rêz li destûrê nayê girtin, bi rastî divê mirov fikra hinek çareseriyên din ên siyasî û yasayî ji bo sepandina bicihkirina wan madeyên destûrê bike. Divê hevpeymaniya İraqiyan bêsoziyê di vê derbarê de nekin. Pêwîst e Amerîka jî pêdagiriya xwe bike kiryar, ji ber ku aştî û pêşketina İraqê beşekî girîng ê bi wê meseleyê ve ye.

Piştî ji hevcudabûna Çekoslovakya û referandûma cûdabûna Başûrê Sûdanê, cîhanê ew yek wekî bûyerek pir mezin bi nav kir. Heya hinek ji wê yekê mezintir jî dibînin, ji ber ku aliyekê wê proseyê dewleteke Ereb û Îslamî ye?

Ez wek hemû azadîxwazekî Kurdistan û cîhanê, kêfxweş im ku pirsgirêkeke niştîmanî, neteweyeke ji welatekî Ereb, Misilman û Rojhilatî bi awayekî sivîl çareser dibe. Herwiha ez gelek kêfxweş im ku gelek dengan navbera ronakbîrên Ereb de dibînim ku dan bi wê yekê datînin ku divê daxwaza lêborînê ji gelê Başûrê Sûdanê bikin. Herwiha dema behsa wê yekê dikin ku gelek bêmafî li gelê Başûrê Sûdanê û Kurdistanê hatiye kirin, ev hişyarbûneke pir girîng a elîta Erebî ye. Dema ez piştgiriya cîhanê ya ji bo wê proseyê dibînim, gelek kêfxweş dibim. Herêma Kurdistanê ji sala 1992an ve biryar daye ku di wê qonaxê de mafê diyarkirina çarenûsê bi awayekî federalî bikar bîne. Di çend salên borî de jî Kurdan îspat kir ku sedema aştî, pêkanîna alî û pêkhateyên İraqê ne. Ji ber wê yekê jî pêwîst e aliyên İraqî, Kurdan di vê dewletê û bicihkirina destûrê de wekî şirîkê xwe yê rast bibînin. Ji ber ku gel bi aştî û mafê xwe dikare bi hev re jiyan bikin, nekû bi şer. İraqê ji bo şer gelek xerc kir û gelek zerer bû. Dîroka İraqê ji çewisandin û bi kom kuştina Kurdan a li ser nasnameya xwe tejî ye. Ez ne di wê baweriyê de me ku tu İraqiyek xwedî wijdan bi wê yekê dilxweş be. İraq bi nehiştina pirsgirêkên xwe dikare pêş bikeve, bi şer û çewisandinê wê lawaz dibe û wek Sudanê lê tê.

Nerîna min :