Serokwezzîr komek civîn li darxistin
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan barzanî li Hewlêr komek civîn li gel kesayet û heyetên biyanî pêkanin. Di van ivina de piranî li ser pêşeroja Kurdistanê, pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê û herweha li ser girîngiya pêwendiyên Kurdistanê û wan welatan hate sekinandin. Taybetî piştî hilbijartinên parlementoya Kurdistanê û herweha piştî PDKê kandidatên serokê Kurdistanê û serokwezîrê Kurdistanê eşkere kirî tarfîka diplomasiyê li Kurdistanê gelek bûye.
Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke balaya Amerkayê dicive
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke balaya wezareta derve ya Amerîkayê ku ji Denis Nataly alîkara wezîrê derve ji bo karûbarên milmilanên herêmî û seqamgîriyê, Androw Pik cîgirê alîkarê wezîrê derve û Joy Hud rêvebirê karûbarên balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê û Steven Fagin konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û ji hijmareke şêwermend û berpirsan pêkatibû, kir.
Şandeya mêvan rola mêrxasaneya pêşmerge, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê teroê bilind nirxand û pesna pêkvejiyan û lêbuhurînîya navbera pêkhateyên cuda yên olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê heye da û tekîd li ser serkeftina pirosesa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê û bi rêya diyalogê çareserkiirna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Amerîkayê di rojên zehmet û dijwar da ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa şerê dijî DAÎŞê, çewaniya binbirkirina hizra şidetxwaziyê û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene kir.
Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê amadeya bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da hene çareser bike û got jî ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêş da çûne.
Li Hewlêrê Serokwezîr digel şandeyeke Almanyayê dicive
Şandeyeke Almaniyayê bi serokatiya Kristiyan Bak rêvebirê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqiyayê li wezareta derve ya Almmaniyayê serdana Herêma Kurdistanê kir û roja 07.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.
Di civînekê de ku cîgirê Balyozê Almaniyayê li Îraq û Konsula giştiya wî welatî li Herêma Kurdistanê amade bûn, şandeya mêvan kofxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û rola pêşmerge, xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê da û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxadin û got ku welatê Almniya dê li ser hevkarî û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be û têkeiyên xwe di hemû waran de pêş bibe.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Almaniyayê, yên di warê mirovî û leşerî da ji bo Herêma Kurdistanê, di rojên zehmet û dijwar da, kir û got ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran da digel Almniyayê berfirehtir bike.
Rewşa herêmî bi giştî, xebatên berdewamên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pirosesa siyasî li Îraq û Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.
Serokwezîr pêşwazî li Wezîrê pîşesazî û bazirganî yê Urdinê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Tariq Hemurî Wezîrê pêşesazî û bazirganî yê Urdinê û şandeya pê ra ku ji Muntesir Eqle Balyozê Urdinê li Îraqê û Heysem Ebolful Konsulê wî welatî li Herêma Kurdistanê, kir.
Hemurî, kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û tekîd li ser têkeliyên dîrokiyên navbera her du gelên Urdin û Kurdistanê kir û hêvî xwest ew têkelî di hemû waran da, bi taybetî di warê banka û bazirganîyê da, zêdetir pêşbikevin.
Şandeya mêvan piştevaniya Şah Ebdula şahê Urdinê û hikûmeta welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Urdinê kir û helwestên giring û pir buha yên Şah Ebdula şahê Urdinê di demên nexweş û dijwar da bo Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran da, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de, têkeliyên xwe bi Urdinê ra pêşde bibe.
Serokwezîr xwest ku kompanî û şirketên Urdinê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di warên cuda da sermayerazandinê bikin û fêdey ji wê derfeta baş ku ji bo sermayerazabdinê heye bibînin.
Rewşa herêmî ya piştî şerê DAÎŞê, koçber û penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistan û Urdinê hene, binbirkirina terorê bi heahengî digel dewletên deverê û civaka navdewletî, çend mijarên din yên civînê bûn.