Neteweya Kurd/Kurdistan û Nîjadperestiya Erdoğan/Atsız/MHP…

0
104

 

Ji bona hilbijartina herêmî 23 roj maye. Di qempenyaya hilbijartinan de serokên partiyan sînor û edeb nas nakin. Hevdu bi her tiştekî tewanbar dikin. Rastiyên civakî û dîrokî serûbinî dikin.

Bi taybetî jî di van rojên dawî de di mijara Kurdistanê de gelek nerînên nexweş û xeter û nîjadperest ji aliyê serokkomar R.T. Erdogan de hatin rojevê.

Ew nerînan bi minasebeta nerînên HDPê yên girêdayî peyva “Kurdistan” hatin pêşkêş kirin. HDPê her çiqas dibêje partiyeke kurdan nînim, ez li dijî dewleta serbixwe ya Kuırdistanê me jî, peyva “Kurdistan” e ji bona berjewendiya xwe ya hilbijartinê îstismar dike.

Serokkomar û serokê giştî yê Pariya AKê du nerîm anîn ser zimên.

1-R. T. Erdogan got ku “Kurdistan li Tirkiyeyê tune ye.”

2-Nerîna duyemîn jî, R. T. Erdogan got ku “ew kesên ji Kurdistanê qal dikin, bila Dewleta Tirk terk bikin û Kurdistan li Iraqê ye. Bila biçin wira.”

Di despekê de dikarim bibêjim ku peyva ku hatiye gotin ku “Kurdistan tune ye” li dijî rastiya dîrokî û civakî ye. Lewra tê zanîn ku di împeraratoriya Osmanî de û di Împeratoriya Farisî de  Kurdistan hebun. Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana qesrî Şêrînê bû du beş û ket bin desthilatdarî û serweriya du împeratoriyan.

Di heman dem de Kurdistan di sala 1923an de piştî Şerê Yekemîn ya Dinyayê encama Peymana Lozanê bû çar parçe û ket bin desthilatdarî û serweriya çar dewletên milî û kolonyalîst (Dewleta Tirk, Fars, Ereban.).

Parçeya mezin ya Kurdistanê ket bin bandor û desthilatdarî û dagirkeriye Dewleta Tirk. Dewleta Tirk hemû mafên milî yên neteweya kurd qedexe kir û xesip kir.

Dema ku li hemberî ev siyaseta nîjadperestî, dagirkerî, kurd ketin nav têkoşîna milî û serhiladanên milî lidarxistin, li Koçgiriyê, Li Diyarbekîrê, li Zîlanê, li gelek deverên din qetlîam pêk anî.

Ji aliyê din de Dema ku R. T. Erdogan serokwezîr bû, di sala 2005an de hebûna kurdan pejirand. Di hemandem de got ku “li Tirkiyeyê pirsa kurd heye  Ez vê pirsê wek pirsa xwe dipejirînim. Ji bona çareserkirina pirsa kurd jî ezê hewil bidim.”

Pişt re jî anî ser zimên ku “dewleta Tirk/Kemalîst li bajarê Kurdistanê Dersîmê qetlîam pêk aniye.”

Bi vê helwestê  di hemandem de qetlîamên din yên Kurdisranê jî hatin qebûl kirin.

Beriya R. T. Erdogan jî, serokwezîr Tûrgût Ozal diyar kir ku “li Tirkiyeyê 12 mîlyon kurd hene. Hîç şik tune ye ku mafên wan jî heye. Heta em dikarin li Tirkiuyeyê federasyonê jî minaqeşe bikin.”

Hîn kevintir di destpêka avakirina Dewleta Tirk ya Kemalîst de serokên wan yê milî M. Kemal ew rastiya qebûl kiriye. Ji bona ku desthilatdar bin bi mezinên kurdan re danûstandin kiriye, ji wan alîkarî xwestiyê, destê wan maç kiriye.

  1. T. Erdogan ji bona kurd hene her çiqas mafên milî yên kurdan pêşkêş nekiribe jî, di pirsa miletê kurd de gav jî avêtiye.

Gelek aşkere ye ku dema ku kurd hene, Kurdistan jî dê bibe. Kurdistan realîteke. Di vê qonaxê de di nav çar dewletan de Kurdistan heye. Başûrê Kurdistanê, dewleta federe ye.

Kurdistan welatên kurdan e.

Welatê kurdan ,kevintir welat e li vê herêmê.

Dema ku kurd li vê herêmê dijiyan, Tirk li herêmê tune bûn. Hezar mixabin pişt re bi alîkarî kurdan hatin li herêmê cîwar bûn.

Tiştekî gelek xwezayî heye ku dema netewe kurd, xwediyê welat be, ew li welatê xwe dijîn. Ciyekî din nabe welatê wan. Hîç şik tune ye Başûrê Kurdistanê jî welatê kurdan e. Lê her kurdek xediyê maf e ku li bajar û bajeroka xwe bijî.

Serokkomarê Dewleta Tirk çi dibêje, “divê ew kesên qala Kurdistanê dikin. Divê bila biçin Başûrê Kurdistanê. Li Iraqê Kurdistan heye.”

Ev helwesta R. T. Erdogan, helwesteke nîjadperestî ye.

Beriya wî, di sala 1967 an de nîjadperestê Tirk Nîhal Atsiz di kovara Otukenê de nivîsand ku kurd biçin ji xwe re welatekî bibînin û biçin cem serok Mele Mistefa Barzanî.

Lewra wê demê, li Başûrê Kurdistanê têkoşîna serxwebûnê Kurdistanê di bin seroaktita PDK ê Serok Mele Mistefa Barzanî de dom dikir.

Dewleta Tirk di nav tirseke mezin de bû. Dewleta Tirk ditirsıya ku têkoşîna rizgarîxwaz dê li Tirkiyeyê jî dest pê bike. Tirsa wan, pêşiya  tevgera rizgarîxwaz ya Bakûrê Kurdistanê nikarî bigre. Li Bakûrê Kurdistanê jî tevgera milî di destpêka salên 70yî de rû da û pêş ket.

 

Ev helwesta Serokkomar R. T. Erdogan hem nîjadperestî û hem jî xalekî psîkoljiya têkçûyî ye. Rastî jî berpirsiyarên Dewleta Tirk dema mijara neteweya kurd û Kurdistanê tê rojevê, psîkolojiya wan xerab dbe.

Kurdan li hemberî ev helwesta Nîhal Atsız li beşa Tirkan û Kurdistanê reaksîyoneke mezin mîşan dan. Nıhal Atsız rûreş û protesto kirin.

Wezîrê perwerdeyî yê nîjadperest Mehmûd Esad Bozkûrt jî gotûbû ku ” kurd hene. Lê  kurd bes dikarin ji tirkan re bibin xizmetkar û kol e.”

Di van salên dawî de jî MHP gelek aşkere diyar kir ku “divê kurd an kesên din ji dewleta tirk hez bikin, an jî Dewleta Tirk terk bikin.”

Ev helwestan bi tevayî nîjadperestiyê û kolonyalîzme diyar dikin.

Nîjadperestiyeke dewletê û civakî û siyasî ye.

Bingeha wê jî ji avkirina Dewleta Tirk/Kemalîst tê.

Piştî ku Dewleta Tirk/Kemalîst ava bû, bûn dagirker, kolonyalîst, nîjadperest. Bûn dijminê neteweya kurd û hemû kêmneteweyan.

Helwesta Serokkoomarê Dewleta Tirk, nîjadperestiyê û gelek xeter e.

Divê baş bê zanîn ku tu hêz nikarin kurdan ji welatê wan Kurdistanê derxin. Bes Dewlet wek her demê dikarin kurdan qetl bikin. Lê di dîrokê diyar bû ku bir qirkirina kurdan jî kurd naqedin.

Amed, 08. 03. 2019

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Nerîna min :