Di berdewamiya serdana xwe a fermî a bo komara Îslamiya Îranê de, Îro roja duşemiyê 12.11.2012ê li Taranê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Mehmûd Ehmedînejad serokomarê Îranê civiya. 

Di civînê de Barzanî û Ehmedînejad behsa têkeliyên dîrokiyên navbera her du aliyan kir û tekîd li ser berfirehkirina wan têkeliyên di ware siyasî, aborî, civakî û bilindkirina bizava bazirganiyê di navbera Kurdistan û Îranê de kir.

 Di ware têkeliyên bazirganiyê de, serokmarê Îranê behsa hindek pirsgirêkên teknîkî li deriyên ser sînoran ku, dibine sedemê sistbûna  bizava bazirganiyê û rêgir di berbipêşveçûna peywendiyên bazirganî di navbera her du aliyan de, kir. Serokomarê Îranê got ku, wan komîteyeke taybet raspardiye ku, çareseriya wan girftarî û astengiyan bike û wisa bike ku, bizava bazirganiyê li deriyên ser sînoran di navbera Kurdistan û Îranê de bi awayekî normal bedewam bike.

Li dor kirîza Suryeyê jî, serokwezîrê Kurdistanê û serokomarê Îranê hevfikir bûn ku, dive xelkê Suryeyê bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bide û xwûnriştina li Suriyeyê bi zîtrîn dem bidawî bê. 

Li dor pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê jî de, ew yek hat zelal kirin ku, komara Îslamiya Îranê têkeliyên dêrîn digel hemû aliyên îraqî hene û weke berê Îran dikare di çareserkirina wan pirsgirêkan de rolek baş bilîze. Herwesa her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, dive hemû pirsgriêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqê bên çaerserkirin.

Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji berprisên îranî kir ku, dema serdana Îraqê dikin serdana herêma Kurdistanê jî bikin, û bi tyabetî serokwezîrê Kurdistanê daxwaz ji Ehmedînejad serokomarê Îranê kir ku, di çarçoveya serdana xwe ya çverêkirî de bo Îraqê, serdana herêma Kurdistanê jî bike.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: