Li Serêkaniyê herî kêm 10 Kurd hatin kuştin

Li Kurdistana Rojava, li navçeya Serêkaniyê (Reselayn) rejîma dewleta Suriyê taxa Kurdan bi helîkopter û balefirên şer bombe barandiye. Piştî danê sibê seet di derdorê 10.00 an de bombe kirina Serêkaniyê,  balefirên şer yên rejîma Suriyê 3 carên din bombe barandiye ser navçeyê. Di du bombe kirinên dawiyê de taxên Kurdan hatine hedef girtin û tê ragihandin ku herî kêm 10 Kurdan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa di heman bombebarandinê de gellek jî birîndar hene. Tê gotin ku, destpêkê balafiran nan avêtine jêr û dûra jî bombe berdane ser taxa Kurdan.  

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: