Polîtîk

Barzanî: Kanî ew sozên ku we dabûn Serok Komar

 

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke taybet li ser malpera Serokayetiya Herêma Kurdistanê (krp.org) belavkir ku eve jî naveroka Ragihandina Serokê Herêma Kurdistanê ya di derbarê Emeliyata Dîcle ye.

 

Min bi pêwîst zanî raya giştiya xelkê Kurdistan û Iraqê ji wê yekê agahdar bikim ku her li destpêkê ve em li wê baweriyê de bûn dirustkirina Fermandeya Emeliyata(operasyona) Dîcle zêdetir dibe sedema nearamiyê û xizmetê rewşa bi cîhkirina maddeya 140 a destûrê nake. Niyet û armanc û awayê pêkanîn û muameleya Fermandeya Emeliyata Dîcle dijî Kurd û pêvajoya demokrasî û pêkvejiyan û asayîkirina rewşa navçeyên veqetandiyên Kurdistanê bûye.

Demeke li benda wê yekê bûm ku derfet bê dayîn heta bê zanîn ew sozên ku bi cenabî Serok Komar dabûn, ji bo ragirtin û hilweşandina Emeliyata Dîcle digihe kuderê. Me li Herêma Kurdistanê hengaveke din li ber negirt heta ku rê bidîn li rêya diyalogê ve Emeliyata Dîcle bê hilweşandin.

Niha bi rûnî derketiye ku tu pabendiyek bi cîhkirina wan sozên ku berê ji bo ragirtina biryara pêkanîna wê Fermandeyê û asayîkirina pêvajoyê û çareserkirina aştiyaneya kêşeyan dabûn Serok Komar tûneye.

Dixwazim xelkê Iraqê bi giştî û xelkê Kurdistanê bi taybetî dilniya bikim, ku bi ciddî beranberî wê hengava nedesturiyê dûvdaçûnê dikîn û helwesta me jî dibe. Bi pirs û şêwirîna li gel cenabî Serok Komar û aliyên pêwendîdarên din, ji bo retkirina her siyaset û hengav û biryarek ku armanca sepandina rastiyeke nedestûrî bê li navçeyên veqetandiyên Kurdistanê da, hengavên pêwîst li ber digrîn.

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

12/11/2012

 

Back to top button