Me navê kurdî li zarokên xwe kirine lê kurdî nizanin

Ji Zaningeha Dicle ya Diyarbekir  Vahab Coşkun û ji zaningeha Bagaziçî ya Stanbolê Şerêf Derince , eve demek e li ser perwerda zimanê kurdî lêkolînekî dikin.

Ji bo gotubêj kirina vê lêkolînê li Satanbolê li Zanîngeha Bogazîçî panelek hate pêkanîn. Di panelê de, parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galip Ensarioglu, ji CHP-ê Atila Kart û ji BDP-ê jî Meral Daniş Beştaş amade bûn.

Galip Ensarioglu bi kurdî dest axavtina xwe kir û got: Di vê cîhana me de perwerda zimanê dayîkê girîng e. Me navê zarokên xwe kir Delal yan jî Dîlan . Lê ew zimanê xwe nizanin. Azadkirina zimanê dayîkê welatekî parçe nake.  Ji sala 2005-ê ve hinek guhertin çêbûn, kursê zimanê kurdî vebûn,qedexekirina li ser medya kurdî rabû,qedexekirina propaganda li ser zimanê kurdî rabû,kurdî bû dersa bijarte. Divê mirov van gavan bibîne. Ev bese? Na ne bes e.

Ji CHP-ê Atila Kart: Mirov derdê xwe bi çi zimanê bikaribe baştir bêje divê ew ziman bête karanîn. Kart da xuyakirin ku ew bi xwejî kurd e.

Ji BDP-ê Meral Daniş jî got: Daxwaziya grevên birçîbûnê yek jî perwerde bi zimanê kurdiye.Ez zimanê Tirkî wek zimanê kurdî baş kartînim, lê niha em ji duh geletir ji zimanê tirkî dûrin.Eger zarokên min bi zimanê xwe perwerde nebin em nikarin behsa hevwelatiya wekhevî bikin.

Akademisyen  Şerif Derince  eve du salên li ser perwerda zimanê dayikê lêkolînê dike. Derince jî da xuyakirin di serî de bi zimanê kurdî û zimanên din jî perwerde hebê ev civatek pir ziman û pir kulturî dertêxe holê.

Derince li ser welatên wek, Bask, Bolivya,Nepal,Peru û Tayland lîkolin kirine û wek mînak da xuyakirin ku,zarok bi zimanê kurdî heta pîlaye 9-ê bixwînin dikarin li gel zimanê kurdî zimanên din jî hîn bibin.

Derince got: Di cîhanê de hatiye îspat kirin ku, zarokên bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibin di xwendina xwe de bêhtir serkeftîne. Niha hinek dibêjin perwerda bi zimanê kurdî gelek perê jêre divin, mamusta tunenin, bi kurdî perwerde çêbibe wê Laz û Gurcî jî doza perwerdê bi zimanê xwe bikin. Ev gotinên vale ne û tu bingehê van gotinan nîne. Ziman ne li dijê hevin.

Akademisyan Vahab Coşkun jî got: Di burokrasiyê de gelek nexweşî û asteng hene. Lê ev hemî têne çareserkirin. Li gora mînakên li cîhanê heyî ev pirs di 5 salan de tê çareser kirin.

 

Nerîna min :