Polîtîk

Noam Chomsky bang li hikumetê kir

Grevên birçîbûnê yên ku kete roja 62 an, li welêt û derveyî welêt, bi girîngî cîhê xwe digre. 12ê Îlon vir ve çalakiya ku tê domandin a bêdem û bêdorveger, êdî xwe gihaşte ber mirinê. Nêzika 150 girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, ku wana ji komên destpêkê ne, xetereya jiyana wan sînorê krîtîk derbas kiriye.

Li welêt li gellek der û deveran çalakiyên deng bilindkirinê  dewam dikin. Dengek jî ji derveyî welat hat. Rewşenbîrê navdar yê li cîhanê baş tê naskirin yê Amerîkî Noam Chomsky, bang li hikumeta AKPê kir ku, hîn ku dereng nebûye guh bide daxwaziyên çalakgeran.

Banga Noam  Chomsky wiha ye: “Ez ji hikumeta Tirkiyê daxwaz dikim ku, him ji bo mirovahiyê û him jî ji bo rûdanên neyînî yên ku di qada siyasetê de wê derxîne holê, bila ew mafên ku li gorî min gellekî maqul in qebûl bike.

Ger bi awakî erênî çareser nebe, rewşa çalakgerên di greva birçîbûnê de ne ku gihaştiye asteke wahîm, her biçe wê pirsgirêka ku kûr bûye wê qeyranê kûrtir bike û têxine nav rewşeke ku nayê çareserkirin. Ez ji hikumetê dixwazim ku bi mirovahî û bi awakî hemdem  dawî li vê qeyranê bîne.” 

Back to top button