Nivîsar

Nirxê herî girîng jiyana wan e

 

Gelo jiyana insanan çikas girîng e? Jiyana insana çikasî girîng be , li ser jiyan insanan siyaset kirin jî ewkasî kêrête, şerme û qirêj e. Di şerên rêya azadiyê de her demî insana jiyana xwe kiriyê qurbana rêya destxistina azadiya miletê xwe. Dema şervanek yê /ya  azadiyê di rêya destkeftina mafên xwe yên rewa de jiyana xwe ji dest dide, ew maneyek taybet e, ew bihayêk bê kistas e ew rûmet e.

Lê dema hinek siyaset, siyasetmedar şervanên azadiyê ji rêya wan ya rewa dûr bêxin û li ser jiyana wan û xwîn û mirina wan siyasetê bikine, ew bi yek gotinekî tê nasandin.Bê ehlaqiya siyasiye. Ew rant e û xwin mijiya bi navê şoreşgeriyê ye.

Eve 60 rojin nêzikî 700 kesî di greva birçîbûnê dene. Jiyana wan roj bi roj xetertir dibe û eger ev berdewam be dê hinek ji wan jiyana xwe ji dest bidin. Başe berpirsiyarê mirina wan kesan dê kîbe? Bi siyaseta erzanî berpirs kifşe. Dewlete û hukumete. Ev tê zanîn lê gelo ew kesên fermana ku ew bikevin greva birçîbûnê didin ne berpirsiyarê bingehine?

Dema carcara mirov peyamên hinek berpirsên BDP-ê dibîne bê çaretiya wan jî dixweyê. Ew ji gotinan wêdetir ne cihê biryarêne. Gelek vekirî PKK nahêle BDP siyasetê bike. Hinek insan vê dibêjin, lê BDP çi dibêje ? ev girîng e. Ji ber ku ew bi xwe ji herkesekî baştir dizanin ku ji derê îrada wan ev tişt têne kirin.

Hevdîtinên li gel hinek berpirsên hukumetê têne kirin ji bo xilaskirina gireva birçîbûnê erênî derbas dibin. Lê encam kanî li kûye?  Gelo xwediyê biryarê çima bê dengin û rastiya xwe nabêjin.

Armanc çibe bila be, mirov divê rêzê li kesên gireva birçîbûnê de û li helwesta wan bigire. Jiyana wan ji her tiştekî girîngtire. Hinek li ser jiyana wan temenê xwe di siyasetê de dirêj dikin û çelakiya wan dikin zemînê bazarê ji bo keseyata xwe.

Nabê ev insan jiyana xwe ji dest bidin. Jiyana wan di vê rewşêde ji her tiştekî girîngtir e. Ji bo parastina jiyana wan her gava bê avêtin cihê rêzê ye.
Lê hun ewkesên li ser vê jiyana insana ya bi rûmet siyasetê dikin, hunê çewe vê hesabî li himber dîrokê bidin.

Serokê bajarvaniya Diyarbekir Osman Baydemir ragihand ku, eger kesek jiyana xwe ji dest bide ewê ji dev siyasetê berdê. Ev helwestek baş û cihê rêz girtinê ye. Lê gelo dê Baydemir  bikaribe çewtiya pişta vê pirsê jî eşkere bike? Ev girîng e.

Ez bawerim ku gelek kes di nav BDP-ê de wek Baydemîr difikirin. Lê dema helwest tunebê tu qîmetê fikra weşartî namîne. 

Parastina jiyan a girtiyên di greva birçîbûnê de divê armanca sereke be. Ji bo vê jî divê rojek zûtir bê ku kesek jiyana xve ji dest bide ev çelakî xilas bibe.

Ew gihan armanca xwe. Kêmasî di vijdana gelê xwe de gihane armanca xwe. Daxwaziyên ku dikin jî deng da. Çareserî  çêdibe lê dixweyê çareserî ne hesabê hinek aliyane.

11.12.2012

Dara Bilek

 

 

 

Back to top button