Polîtîk

Serokên Baroyan ji bo grevên birçîbûnê bi Gul re rûniştin

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Vedat Ahsen Coşar û 11 serokên baroyan, li Qesra Çankara qebûl kir. Hevdîtina li Qesra Çankaya a serokên baroyan û Abdullah Gul, ji çapemeniyê re veşartî pêk hat.

Serokê TBBê Vedat Ahsen Coşar, îfade kir ku, di hevdîtina wan a bi serokomar Abdullah Gul de, mijara çalakiya grevên birçîbûnê hatiye gotûbêjkirin. Coşar, “me di mijara çalakiya grevên birçîbûnê de dilzîziya xwe peşkeşî birêz Gul kir.”

Coşar diyar kir ku, ligel serokên baroyên bajarên Riha, Amed, Sêrt, Êlih, Muş, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Mêrdîn û Îzmirê derketine Qesra Çankaya û bi Gul re hevdîtin kirine. Coşar dibêje, “mafê herî bingeh, mafê jiyanê ye û ev, ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne jî mafekî bingeh e. Di nav çalakgerên ku di greva birçîbûnê de ne, hempîşeyên me jî hene.”

Serokê TBBê Coşar anî ziman ku, ligel hemû serokên baroyan, wana hesasiyeta xwe bi Gul re bilêv kirine û got, “ji bo me a herî girîng hestyari ye.”   

Grevên birçîbûnê yên li gellek zindanên Tirkiyê, ji 12ê Îlonê vir ve dewam dike û 62 roj li pey xwe hîşt. Tê gotin ku, koma yekem a ku dest bi grevê kiriye, ku hejmara wan 63 ye,  wana sînorê krîtîk derbas kirine û êdî li ber mirinê ne. Ger midaxele neyê kirin, mixabin mirinên destpê bikin. 

Back to top button