Cîhan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Vatîkanê civiyan

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 18. 02. 2020ê bi Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin re civiya.

Di civînê de guftûgo derbarê rewşa niha û dawî pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Vatîkan û Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kurteyek derbarê ezmûna Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana olî û netewî û hewlên bo kûrkirina kulturî hevqebûlkirin, aştî û tebayîya gelan pêşkêş kir.

Herwiha behsa wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê wek herêmeke aram li navçeyeke aloz, bûye penageha parastin û vehewandina bi sedan hezar penaber û koçberên navxweyî û derûberê, ji nava wan jî Kirîstiyanî, ku ji ber rewşa aloz û gefên teroristan, cih û malên xwe hîştine, herwiha hemû mafên olî û netewî û xizmetguzariya jiyanê li Herêma Kurdistanê ji wan re peyda bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi karnemaya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi berfirehî kar ji bo baştirkirina jiyan û guzariyên hevniştimaniyan, geşepêdanê di sektorên cuda de û ewlehî û aramî li navçeyê dike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Vatîkanê piştgîriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dupat kir û daxwaza xwe bo kûrkirina pêwendiyên Vatîkanê û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîrê Vatîkanê, rola gelê Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bilind nirxand û silav û rêza wî ya taybet ji Serok Barzanî re hebû. Herwiha Pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, li hember wê rola mirovî di pêkvejiyana aştiyane û girîngîdana bi hemû pêkhateyên olî û netewî yên navçeyê û bi hevbeşiya hemûyan û ligel cudawaziya bîr û bawerî û olan peyrew dike û nimûneyeke ciwan a buhayên bilind ên mirovatiyê nîşan dide.

Back to top button