Gul: Divê em pirsa Kurd çareser bikin
Abdullah Gul serokkomarê berê yê Tirkiye û hevalê Erdogan yê herî nêzik bû. Gul niha li dijê siyaseta AKPê û Erdogan rexna dike û ji bo avakirina partiyek nû, di nava hewldanekî de ye. Wezîrê derve yê demekî Ali Babacan bi pişgiriya Gul partiyek nû ava dike. Ev partî jî wek partiya Davutoglu AKPê aloz dike û bandorek berbiçav dê li dengên AKPê bike.
Abdullah Gul gelek di medyayê de dernakeve pêş, car cara bi Twîttera hinek helwestên xwe dide nîşandan.
Nivîskarên rojnameya Kararê ,Ahmet Taşgetiren, Yildiray Ugur û Elif Çakir li gel Gul civiyan û Gul gelek dirêj li gel van rojnemevana axivî behsa rewşa siyasî ya Tirkiye kir.
Gul dibêje ku, Ew eşkere pişgiriya partiya Ali Babacan damezirîne dike. Herweha siyaseta Tirkiye ya Suriye jî rexne dike û dibêje Tirkiye helwesta Îranê û Rusya ya Suriye gelek cidî negirt, ji bo vê jî tujî keşaya hat.
Gul li ser pirsekî behsa pirsgirêka Kurd li Tirkiye dike û dibêje: Pirsa Kurd li Tirkiye pirsgirêkekî here girîng e. Ez vê pirsê hale dibînim; Ji hemû welatan behtir nifusa Kurda li ba me ye .Dema gotubêjên referanduma Barzanî dihat kirin gelek balkêş bû.Li kanala CNN Turk di bernameyekî de li ser xeriteyekî gotubêj dihata kirin û Kurd li 4 welatan dihatan nîşankirin.Pişre min li CNN Internatinal nêrî gotubêj li ser heman xerîteyê dihata kirin.Lê ferqek hebû, li ser vê xerîtê hêjmara Kurda, li Tirkiye15 milyon, li Iraqê 4 milyon,li Suriye 2 milyon û li Îranê jî 6 milyon dihat nîşandan. Lê xeriteya li Tirkiye ev yek nebû. Ev rastiyeke evkas nifusa Kurda li ba me heye.Pirs ewe ku gelo evkas nifusa Kurd li Tirkiye çewe miamelê dibînin? Em çewe dikarin bi wekheviya hemû hemwelatiyan welê bikin ku ew hij welatê xwe bikin û li vî welatî bi xweşî bijîn. Gerek mirov piralî li vê meseleyê binêre.Eger em li ba xwe çareseriyekî ji vê pirsê re bibînin hem istiqral li welatê me peyda dibe û hem jî li herêmê peyda dibe. Lê eger em vê pirsê li welatê xwe çareser nekin, ez ditirsim ku, dê ev pirs bibe pirsek herêmî û navdewletî jî.
Rojenemevanekî li ser îzolekirina HDPê pirsek ji Gul kir. Gul di bersiva xwe de dibêje, dema ez diçuma welatekî min parlementerên hemû partiyan li gel xwe dibiran yên HDPê jî û yên MHPê jî. Yek bi yek min ew didan nasandin, vê yekê li ser mase ez bi hêz dikiram. Min hewl dida ku ez bi wan bidim fam kirin ku ew aîdê vî welatîne.