Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şahê Şanişîna Urdinê danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdinê û Herêma Kurdistanê û derfetên berifehkirinê di warên cuda cuda de kirin, herwesa Şahê Urdinê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Barzanî diyar kirin.
Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 19.01.2025) di ragehandinekê de parve kir, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Emana paytexta Şanişîna Urdinê û bi Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê re civiya.”
Di wê ragehandinê de hatiye, “Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Şahê Urdinê de danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirinê di warên cuda cuda de hatin kirin, herwesa Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Mesûd Barzanî diyar kirin.”
Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Her du aliyan tekez li ser mukomkirina peywendiyên dostane yên Urdinê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re di hemî waran de kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bizavên Şanişîna Haşimî ya Urdinê bi rêberîtiya Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê ji bo bicihanîna aştî û seqamgiriyê li Rojhilata Navîn bilind nirxandin.
Li ser rewşa Sûriyeyê jî di wê ragehandinê de hatiye, “Her du aliyan tekez kiriye ku ewlehî û seqamgiriya Sûriyeyê ji bo seqamgiriya deverê gelek giring e, herwesa tekez li ser giringiya berdewambûna lihevkirina agirbestê li kertê Xezzeyê û peydakirina aştiyeke tevgir li seranserî deverê hat kirin.”