Polîtîk

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li Mêrdînê û kujtina 5 welatiyên Duhokê daxuyanî da

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûyera kuştina 4 welatiyên Duhokê li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku bi zûtirên dem sedemên encamdana vê tawanê eşkere bikin û tawanbaran radestî dadgehê bikin.

Îro di bûyerekê de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 4 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ji parêzgeha Duhokê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî bûyerê daxuyaniyek belav kir û bûyera kuştina welatiyên Herêma Kurdistanê ya li Mêrdînê bi tundî protesto kir.

Mesrûr Barzanî ragihandiye, Mixabin şeva bihorî li ser riya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve li Tirkiyê di encama êrîşa ser hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê de, çar kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar e.

Mesrûr Barzanî ji malbat û xizmên qurbaniyên bûyerê re sersaxiyê dixwaze û hêvî dike birîndarê bûyerê di demeke nêzîk de baş bibe.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî herwiha bang li hikûmeta Tirkiyê dike ku derbarê bûyerê de lêkolînê bike, sedeman aşkere bike û bikeran radestî dadgehê bike.

Mesrûr Barzanî wiha dibêje: Em ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz dikin ku bi zûtirên dem sedemên encamdana vê tawanê zelal bikin û tawanbaran jî radestî dadgehê bike.

Îro 19ê Çileya 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, 4 kesên ji malbateke Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar e.

Li gor zanyariyên Rûdawê, “kesên di otomobîlê de hatine kuştin, gule li serê wan hatine xistin.”

Birayê Ehmed Celaledîn Îbrahîm, Dr. Faris Celaledîn Îbrahîm Bêzelî ji Rûdawê re ragihand, dayika wan Wehîde Heyder û birayê wî Mele Ehmed randevuya doktor hebûn û ji ber wê yekê serdana Amedê kiribûn.

Back to top button