
Waliyê Mêrdînê di derbarê êrîşa li ser otomobilekî û kuştina 4 hemwelatiyên başûrê Kurdistanê li ser rêya Mêrdîn û Misirbîne daxûyaniyek ragihand.
Waliyê Mêrdinê dibêje ku, ji bo bûyera kuştina 4 hemwelatî û birîndarkirina hemwelatiyeke Iraqê, lêpirsîn berdewam e û heta niha 4 kes hatine binçavkirin.Navê kesên binçavkirî; M.Ş F.A . A.Y. û A.K. ye.Ev 4 kes bi biryara dozerê Mêrdinê hatine binçavkirin. Lêpirsîn bi hesasiyetekî berdewam dike.