Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî bi Wezîr Guler re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler re hevdîtin kir.
Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê doh êvarê bi Sererkan Orgeneral Metîn Gurak re hat Hewlêrê.
Yaşar Guler cara yekem li Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî kir. Wezîr Guler piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re jî civiya.
Di çarçoveya peywendiyên xwe yên li Hewlêrê de, tê çaverêkirin ku Yaşar Guler bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî û berpirsên Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) re bicive.
Guler û şanda pê re li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin.