Polîtîk

Başak Xanim Ji bo Çi?

Hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş,  Başak Demirtaş ragihand ku ew ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) nebe namzedê Serokê Şeredariya Stanbolê. Li aliyê din DEM’ê diyar kir ku wan bi Başak Demîrtaş re hevdîtin pêk anîne û bi hev re li hev kirine ku nebe namzet.

Başak Demirtaş dibêje ku, DEMê ji bo ez bibim namzetê Şeredariya Stanbolê tu pêşniyarek minre nekirine û dibêje: “Eger Partiya DEMê guncav bibîne ez dikarim namzediyê binirxînim.”

Başak Demirtaş di daxuyaniya xwe de diyar kir ku roja duşemê 5ê Sibatê bi şanda DEMê re hevdîtin pêk aniye û ji hemû geşedanan hatiye agahdarkirin û wiha got: “Divê hemû gelê me û endamên partiya me bizane ku hemû biryar bi Partiya me re bi hemahengî hatine girtin. Namzedên ku Partiya me dê di rojên pêş de eşkere bike dê bibin namzetên me hemûyan û em ê bi hemû hêz û xebata xwe ji bo serkeftina Partiya xwe li pişt van hevalên hêja rawestin.”

Gelek nirxandinên cuda li ser vê daxûyaniya Başak Demirtaş têne kirin. Li gora hinek rapirsîna derket holê ku, hilbijêrên DEMê dixwazin Başak Xanim bibe namzetê Şeredariya Stanbolê û herweha li gora rapirsîna dê % 7 denga wergire. Lê li gora hinek çavkaniyan Imamoglu bi xwe li gel berpirsên DEMê hevdîtin kirine û ji wan daxwazkiriye ku, ew bila namzetekî derêxin lê bila ne namzetek bê hêzbe, Başak Demirtaş bi hêze û %7 denga destve bîne tu cara şansê Îmamoglu ku serbikeve namine.

Başak Demirtaş jî li himber raya giştî û li himber dengderên DEMê bi dirûstê tevnagere û rastiyê nabêje. Ewê gelek dixwest bibe namzet û çendî cara behsa vê yekê kir. Lê piştî helwesta Selahatin Demirtaş û taybetî piştî hevditina wî û parlementerê DEMê Siri Sakik, hinek tişt hatin guhertin. Di rastiya xwe de ji bilî Başak Xanim hevjîna Selahattin Demirtaş e tu taybetmendiyeka wê tuneye. Lê DEM ji bo helwesta Qendil a demekî li dijê Demirtaş nikare bi azadî di vê pirsê de biryara bistîne.

Dixweyê heta ku DEM berbijêrê xwe yê Stanbolê diyarbike, dikare guhertinên din pêkwerin. Heta DEM dikare ji biryara ku nazetekî li Stanbolê destnîşan bike jî vegere. Yan jî dê kesekê destnîşanbike ku, tu bandorê li Imamoglu neke.

Back to top button