Cîhan

Îsrail û Hamas nêzikî li hevhatinekîne!

Ofîsa serokwezîrê Israîlî daxûyakirin ku wan bersiva Hamasê li ser agirbesta nû bi rêya rayadarên Qeter û Misrê wergirtine û li ser hûrgiliyan gotûbêj dikin. Serokwezîrê Qeterê dibêje Hamasê “erênî” bersiva plana agirbestê daye.

Bersiva Hamasê li ser plana agirbesta nû ya ku jialiyê rayadarên Îsraîlî, Amerîkî, Qeterî û Misrê ve meha borî li Parîsê li hev kirîn, tê di demekê de ku Wezîrê Derve yê Amerîkî Anthony Blinken li Rojhilata Navîn e piştî ku roja Çarşemê bi karbidestên payebilind ên Erebistana Siûdî, Misir û Qeterê re hevdîtina bike, dê bi rayadarên Îsraîlê re bicive.

Pêncemîn seredana Blinken bo Rojhilata Navîn ji destpêka şerê Gazayê ve hewleke nû ya Amerîka ye ji bo bidawîkirina şerê ku tê de zêdetir ji 27,000 filistînî û herî kêm 1,200 israîlî hatine kuştin.

Serokwezîrê Qeterê Muhammed bin Abdulrahman got: “Me bersiva Hamasê ya li ser çarçoveya giştî ya agirbestê û peymana rehîneyan wergirt. Di bersivê de hinek pirsgirêk hebin jî, lê bi giştî erênî ye.”

Blinken got ku Îsraîlê bersiva Hamasê wergirtiye û wê roja Çarşemê bi Îsraîlî re biaxive. “Em bi tundî gotûbêjê li ser wê dikin û çi ji destê me tê dikin ku bigihin rêkeftinekê, lê hîn gelek kar heye ku were kirin,”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu rasterast bersiva Hamasê negot, lê roja Sêşemê got: “Em nêzîkî serketinê ne û em ranawestin. Ev nêrîna piraniya gelê me ye.

Back to top button