Polîtîk

Serokwezîr û McGurk rewşa siyasî ya Îraqê dinirxînin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Dûşem 2018-08-27 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletî kir.Li hevdîtina ku Duglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Steven Fagin Consulê vî welatî li Hewlêrê berhev bibûn, behsa dawîn pêşhatên deverê û diyaloga navbera aliyên siyasî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê hate kirin.Her du aliyan bi pêdagirî li ser pêkanîna hikûmeteka niştîmanî, rola Herêma Kurdistanê li danustanan giring nirxandin.Her di vê civîne de behsa encamên civîn û hevdîtintên şandên siyasî yên Îraqî tevî aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha pêşhat û rewşa asayişa deverê hate kirin.

Back to top button