Hevpeymaniya Heşda Şeibî û PKKê derizî
Tê gotin ku piştî êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê li ser Şingalê, pêwendiyên PKK û Heşda Şeibî xirab bûne ji ber wê jî PKKê beşek mezin ji baregehên xwe vala kiriye. Xelkê Şingalê jî dibêjin, heta ew du hêz li Şingalê bin ew rûyê aramiyê nabînin.Roja 15 vê mehê, firokeyên Tirkiyê karwaneka PKKê li devera Şingalê bordûman kirin. Di wê êrişê de berpirsekî mezin yê PKKê bi navê Zekî Şingalî û çend gerîlayên din şehîd bûn.Li gorî raporteka heftenameya Bas, piştî wê êrişê pêwendiyên PKK û Heşda Şeibî xirab bûne ji ber ku PKK Heşda Şeibî bi wê yekê tohmetbar dike ku îstixbarat li ser hêzên PKKê daye Tirkiyê.Di raportê de hatiye gotin, ji ber wê yekê jî PKKê beşek mezin ji baregehên xwe yên Şingalê vala kiriye tenê nobedar wan mane da ku kes nezane hatine valakirin!Parlamenterê êzîdî yê Kurdistanê Şêx Şamo jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin xelkê Şingalê rûyê aramiyê nabîne û koçberên Şingalî jî nikarin vegerin ser mal û warê xwe.Di bersiva vê pirsê de ku gelo îhtimal heye PKK û Heşda Şeibî li hev bidin jî Şêx Şamo gotiye, ez bawer nakim tiştekî wisa biqewime ji ber ku ew her du hêz girêdayî ajandaya hêzên derve ne. Hebûna wan ziyanek mezin li xelkê Şingalê daye. Ji ber wê jî divê ew ji Şingalê derkevin.Wî parlamenterê êzîdî daye xuyakirin, Tirkiye ji ber hebûna PKKê êrişî Şingalê dike ji ber wê jî eger PKK li Şingalê nemîne wê çaxê ti behaneya Tirkiyê namîne êrişî Şingalê bike. Hêmin Salih /Bas