Polîtîk

Serokwezîr û balyoza DYA li Iraqê civiyan

Serokê hukumeta herêma Kurdistanê Mesrûrû Barzanî li gel balyoza DYA li Iraqê xanima Alina Romanowski hevdîtinek kir. Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê behsa naveroka hevdîtinê kir.

Serokwezîr dibêje: “Min îro ji Balyoza Amerîka li Iraqê re ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bi cih aniye û hemû amadehiyên pêwîst ji bo dabînkirina mafên darayî yên federalî nîşan daye. Ti behaneyek ji bo paşxistinê nîne. Mafê me di darayîya federalî de heye.”

Herweha balyoza DYA jî li ser hesabê xwe yê Xû daxûyaniyek ragihand û got:  “Min îro serdana Herêma Kurdistana Iraqê kir, da ku tekezî li ser sozên Amerîkayê li navçeyê bikim. Em ji berdewamiya hevrêziya di warê ewlehî û hevkariyê de dilniya ne, ji bo rêgirtina li êrîşên li ser berjewendiyên Amerîkayê.”

Back to top button