Serokwezîr roja rojnemegeriya kurd pîroz kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadiya derbirîn û karê rojnamegeriyê tekez kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsanê bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek weşand û tê de got: “Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û weşandina hejmara yekem a rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve û salvegera damezrandina Yekîtiya Rojnamevanên Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurd dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Bi vê boneyê, em careke din pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadiya derbirînê, azadiya karê ragihandin û rojnamegeriyê û hêsankirina karê rojnamevanan dubare dikin, ji bo ku bikaribin peyam û karê xwe yê medyayî bi awayekî profesyonel û berpirsiyar pêk bînin û bi berçavgirtina yasa, etîk û pîvanên rojnamegeriyê yên navdewletî û peyam û karê ragihandinê dûrî rûreşkirin û bikaranîna zimanekî tundî bikin.
Herwiha got: “Hêvîdar im ku rojnamevanên Kurdistanê di asta mezinahî û girîngiya pîşeya xwe de bin û di hişyarkirina civakê û veguhestina agahiyên rast de rola xwe ya çalak bilîzin û herwiha bi desthilatê re hevkariyê bikin, ji bo piştgiriya çaksaziyê û nehîştina şaşî û kêmasiyan.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be û ji rojnamevanên Kurd re pêşketinên zêdetir dixwazim.”