Civak

Buldan serdana Îmralî kir

Pervîn Buldan û parêzerêkî Ocalan serdana Îmralî kirin. Piştî vegera ji Îmralî Pervîn Buldan di derbarê hevdîtina li gel Ocalan daxûyaniyek da.

Pervîn Buldan a daxuyanî da jî got, “Em vê sibehê ji bo li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin derketin rê. Min û parêzer Ozgur Erol nêzî 2 demjimêr û nîvê li gel Ocalan hevdîtin kir.

Buldan da zanîn ku mijara yekemîn a hevdîtinê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder e û wiha got: “Ocalan jî destnîşan kir ku ew hêviya xwe ya ji bo pêvajoyê didomîne û xebatên xwe didomîne. Ji bo Sirri Sureyya Onder peyamek da me. Ez dixwazim bi rêya we vê peyamê bi raya giştî re parve bikim.”

Peyama ku Abdullah Ocalan ji Onder re şand ku Pervîn Buldan xwend wiha ye:

Ji ber nexweşiya Sirri Sureyya Onder şifayê dixwazim. 12 sal in em bi Sırrı Süreyya Önder re dixebitin. Girîngiya wî ya mezin ev e: Ew kevneşopiya Baba Îshak wekî kesekî îdeal ê bi eslê xwe Adiyamanî û Tirkmen temsîl dike. Ew kesek e ku hewildanên xwe yên aşitiyê yên mezin ji civakê re nîşan dide û dikare bixwe pêşdaraziyên civakî bişkîne.

Back to top button