Cîhan

Serokwezîr pêşwaziyê senetorên Fransa kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li şandeyek Civata Pîran a Fransayê bi serokatiya Bernard Kazwa endamê wê civatê kir.Şandeya mêvan xebat û tekoşîna xelk, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAÎŞê de û parastina hemû pêkhateyên herêmê û pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bilind nirxandin û got ku Herêma Kurdistanê kariye ew pirensîpên hevebşên di navbera Herêma Kurdistan û cîhana azad de hene, qîmeta mirovatiyê, bi başî parastine.Şandeya Fransayê kêfxweşiya xwe li hember wê yekê diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa federal lêdixebitin pirsgirkên xwe bi rêya diyalog û danûstandinan  çareser bikin, hêvî xwest ku Hewlêr û Bexda hemû pirsên hilawîstî bi rêya lihevtêgihiştinê çareser bikin û piştevaniya xwe jî ji bo çareserkirina doza kurdî li Rojhilata Navî bi rêya demokrasî û aşitiyê nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştgirî û hebkariyên Fransayê bo Herêma Kurdistanêm bi taybetî hevkariyên di warê însanî û leşkerî de û serdana serokê Fransayê François Hollande bo Herêma Kurdistanê di destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi piştevaniyek baş ji bo xek û pêşmergeyê Kurdistanê wesif kir. Barzanî got ku ew serkeftin û bergiriya pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ kirî, parastina behayên mirovî û azadiyan e, ji ber ku terorîstên DAÎŞ dijî hemû cîhanê ne û divê bên jinavbirin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa operasyona azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî azadkirinê kir û got ku giringe siyaseteke piralî ji bo binbirkirina hizra DAÎŞê li deverê hebe.Barzanî diyar kir ku Hewlêr hertim amadebûye û amadeye hemû pirsan bi Bexdayê re bi diyalog û danûstandinan çareser bike û di paşerojê de bi awayekî çirtir danûstandina bike daku emin û aramî li deverê bi cî bibe û berjewendiyên gelê kurd tê de parastî bin. 

Back to top button